Îbrahîm Mihemed Ezîz ku bi (Îbrahîm Reşawî- Reşavî) tê naskirin, sala 1928an li gundê Reşawê yê devera Nehêl a ser bi qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê sala 1959an bûye, bi destpêkirina Şoreşa Eylûlê sala 1961an bi çekê xwe yê şexsî li devera Berwarî Bala tevlî Pêşmergeyên şoreşê bûye ligel Pêşmergeyên Mela Şinî, û beşdarî şerên devera Amêdiyê bûye, paşê ligel Pêşmergeyên Haris Xanû Bîdarûnî têkoşiyaye, ku beşdarî şerên Xêzala, Gora Bahîvê, Serî Bîdarûn, Pira Çamê bûye, sala 1962an ligel rêber Mistefa Barzanî derbasî Soran bûye, pêşî li Dûlreqê û paşê li Sangeser ligel Hesû Mîrxan Zêbarî bi cih bûye, sala 1964an bo Kelalê hatiye veguhastin, sala 1965an çûye Qesrê, ji ber hilgirtin û veguhastina sindoqên cebilxane û avêtina topan bi êşên piştê ketiye, û bo Wirmê hatiye veguhastin li wir emeliyata cerrahî kiriye.
Û sala 1975an piştî naksiya şoreşê di betlaneyê de bûye û çekê xwe radestî rejîma Iraqê kiriye, lê bi dizî reviyaye devera Doskî û ji wir bi rêya Bakurê Kurdistanê çûye kampa Zêwê û bajarê Neqede, û wek pasewan li baregeha Barzanî hatiye erkdarkirin, piştî çûna Barzanî bo Kerecê, bo komelgeha Cehrem û ji wir bo bajarê Abadanê hatiye veguhastin, û bi dizî vegeriyaye Kerecê û bi Îdrîs Barzanî re hevdîtin kiriye, û di 16ê Îlona 1976an de Îdrîs Barzanî ew vegerandiye Başûrê Kurdistanê.
Û sala 1980an tevlî hêzên Pêşmerge yên ser bi Mistefa Nêrweyî bûye, û sala 1980an piştî destpêkirina şerê navbera Iraq û Îranê, newala Îsmankawê ya li devera Badînan gav bi gav hatibû rizgarkirin, lewma Îbrahîm Reşavî çûye gundê Elê yê devera Nêrwe, û li wir gundek ji (40) malbatên Pêşmergeyan pêk anîne, sala 1988an piştî operasyona Enfalê ya navdar û êrîşên kîmyayî yên li ser Badînan, ligel hemû malbatên wî gundî derbasî Bakurê Kurdistanê bûye û paşê di 10ê Çiriya Pêşîn a 19899an de vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê, sala 1992an piştî raperîna gelêrî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Îbrahîm Reşavî beşdarî 39 şeran bûye û di şerên Serî Amêdiyê sala 1961an û şerên Çoman sala 1974an û newala Reşawê sala 1978an de birîndar bûye, û sala 2010an ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de nîşana Barzanî yê Nemir wergirtiye.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


