Şehîd Îsmaîl Yasîn Hamid Stûnî, sala 1947an li gundê Stûnî yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê hatiye dinyayê. Xêzandar bûye û xwediyê 10 zarokan bûye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê bo başûrê Îraqê tê dûrxistin.

 Sala 1962an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1975an ji aliyê hikûmeta Beis ve maweyê du salan tê zîndankirin. Piştî azadbûna xwe vedigere Kurdistanê û li nahiyeya Gorretû ya qezaya Mêrgesor niştecih dibe. Sala 1980î careke din tê zîndankirin. Sala 1981ê tê azadkirin û awareyî welatê Îranê dibe û li kampên Zêwe niştecih dibe. Heman sal peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1988an beşdarî destana Xwakurkê kiriye û di wî şerî de şehîd bûne. Cenazeyê wî hatiye veguhastin bo Rojhilatê Kurdistanê û li goristana Mela Basek li kampa Zêwe spartine axê.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.