Sala 1988an hikûmeta Iraqê bi planeke berfireh êrîş bo ser wan navçeyên Kurdistanê destpê kir ku ketibûn bin hejmoûna Pêşmerge, diyar e bi sedema hebûna şerê Iraq – Îran 1980 heta 1988 hikûmet xwedan wê hêza zêde nebû ku bikaribe dest bi ser tevahiya navçeyên Kurdistanê de bigire, lewra derfet bo hêza Pêşmerge hat pêş ku baladest be bi ser çendîn navçeyan de([1]), sala heştem a şerê navbera her du dewletan ber bi kûziyê ve gav avêt çimkî di dawî û rêkeftinê de nêzîk dibû, bi wê pîvanê derfetek bo Iraqê hat pêş ku bikeve xebatê û dijî şoreşa Kurd gavên korane bigire ber bi armanca serkutkirin û ji navbirina şoreşa gelê Kurd.

    Diyar e cîbicîkirina plana hikûmetê xwe di qirkirin û wêrankirina navçeyan de didît, ew bû di 26ê sibata 1988an de saet heftê beyanî li mihwerê Bêtwatê û Xelîfanê Artêşa Iraqê pêşrewiyên xwe destpê kir û êrîşeke fireh kir ser Dola Balîsanê([2]) li rojavayê Silêmaniyê ku ser bi parêzgeha Hewlêrê ye([3]), bi hevkariya û piştgiriya firokeyên şer û top û tank û çekdarên kirêgirtî (caş), hêza Pêşmerge bi amadekarî û plana tûkme rûbirûyê wan bûn û bersîngê wan girtin, di encamê de bi sedema bergiriyeke tund a Pêşmerge di êvara heman rojê de di wî şerî de nûçeya şikestina artêş û hêzên Iraqî bi hêza Pêşmerge gihîşt ku êrîşa wan hat têkşikandin, lê di têkşikandina wê êrîşa artêş û çekdarên kirêgirtî de, sê pêşmerge şehîd bûn([4]).

Çavkanî:
  1. Hacî Mîrxan Dolemerî: Geran bi dû dadperweriyê de, berga duyem, çapa duyem, Kurdistan – 2021.
  2. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
  3. https://ckb.wikipedia.org/wiki/%D8%A8%D8%A7%D9%84%DB%8C%D8%B3%D8%A7%D9%86

 

[1] - Hacî Mîrxan Dolemerî: Geran bi dû dadperweriyê de, berga duyem, çapa duyem, Kurdistan – 2021, l245.

[2] -- Mesûd Barzanî: Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l83.

[3] - https://ckb.wikipedia.org/wiki/%D8%A8%D8%A7%D9%84%DB%8C%D8%B3%D8%A7%D9%86

[4] - Mesûd Barzanî: Heman çavkanî, l83.