Di wê demê de ku hikûmeta Îranê karî bi êrîşkirina ser Komara Kurdistanê careke din kontrola wê navçeyê bixe bin destê xwe, Mela Mistefa Barzanî û hêza wî dixwestin ji xaka Îranê xwe rizgar bikin û careke din vegerin navçeyên xwe li Kurdistana Îraqê, lê ew vegerîn bê pirsgirêk û êş nebû, di wê rêyê de rastî çendîn şer û metirsiyan hatin. Yek ji wan şeran ku di wê demê de di navbera barzaniyan û hêza artêşa Îranê de rû da, şerê Gojar bû.
Mela Mistefa Barzanî di 11ê adara 1947an de ber bi navçeyên bakur ve diçe da ku rêya vegerê bo zêdê xwe biceribîne û çavê wî bi serokên eşîrên wê navçeyê jî bikeve. Lewma li gundê Enbî li mala Nûrî Begê Begzade ligel serokên eşîrên navçeyê dicive, di wê demê de ji aliyê sîxurekî bi navê Hewîrko nûçeya wê civînê digihîje Ûrmiyê ku Serleşker Hûmayûnî li wir bû, lewma artêşa Îranê tê wê navçeyê û di şeva 13 li ser 14ê adara 1947an de gundê Gojar dorpêç dikin. Di wê bûyerê de Mistefa Barzanî hejmareke kêm ji hêza wî ligel wî bûn, kesên wekî Eqîd Bekir Ebdulkerîm Hewêzî û Mihemed Huseyn Herkî ji serokên eşîrên Herkî û mamosta Mihemed Werdî ligel 13 kes ji Pêşmergeyên Barzanî. Dema Barzanî agahdarî wê dorpêçkirinê dibe, ber bi Berdesûr ve diçin û berevaniyê li xwe dikin û bo roja din jî ku gulebarandin namîne diçin nav gundê Koyî û dibînin ku kes di wî gundî de nemaye, piştî demekê agahdar dibin ku ji begzadeyan çar kes hatine kuştin ku yek ji wan Hewîrko bû ku nûçeya hebûna Mistefa Barzanî û hevalên wî li gundê Gojar gihandibû Serleşker Hûmayûnî, ji barzaniyan jî du kes şehîd dibin ku Hacî Mihemed Hostanî û Şewalê Şindoy Şanederî bûn û sê Pêşmerge jî ku pêk dihatin ji Heso Mîrxan Xerdinî û Halî Mihemed Xalanî û Mistefa Reşo Lîlokî birîndar dibin.
Roja paşê begzade ligel hêza Îranê û 3 tank û firoke êrîş dikin ser barzaniyan û herwiha li Ûrmiyê jî hêzek dihat ku rê li barzaniyan bigire li Geliyê Bendê. Dema Barzanî hest bi wê dike, li cihên stratejîk de xetên bihêz ên berevaniyê çêdike li navçeyên Berê Zer û bilindahiyên Hevres û Kewê Zer. Sedema wê karî jî vedigeriya ser parastina van cihan, ji ber ku tenê rê bû bo rizgarbûna barzaniyan ji êrîşên artêşa Îranê, ji ber ku tevahiya malbatên barzaniyan li wan navçeyan bûn.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga yekem 1931-1958, Hewlêr, çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2012.
2- Eqîd Bekir Ebdulkerîm Hewêzî, Geştek bi Komara Mehabadê re, Hewlêr, Dezgeha çap û weşanê ya Aras, çapa duyem, 2001.





