Piştî îmzekirina Peymana Cezayîrê di 6ê Adara 1975an de di navbera Îraq û Îranê de, ku wekî planeke navneteweyî li dijî tevgera rizgarîxwaza Kurdî hatibû cîbicîkirin û çarenivîsa Kurdên Başûrê Kurdistanê xistibû nava aloziyeke mirovî, hikûmeta Be's difikirî ku her tişt qediyaye û wan dawî li tevgera Kurdî anîne, lê ew şaş bûn. Zû, di Gulana 1976an de, şoreşa çekdarî ji nû ve dest pê kir û hêvî û bawerî vegeriya gelê Kurd. Ev gav wekî xaleke nû ya werçerxanê di dîroka Kurdî ya hevdem de tê dîtin([1]).
Piştî wê heyamê, hêzên Pêşmerge ji aliyê serokatiya şoreşgerî ve hatin şandin kûrahiya Başûrê Kurdistanê. Dûv re kadro û Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê yên ku li Kurdistanê mabûn û ber bi Îran an Tirkiyeyê ve nereviyabûn, hatin agahdarkirin da ku xwe ji nû ve rêxistin bikin û qonaxeke din a şoreşê bi awayekî partîzanî vejînin û operasyonên Pêşmergeyan bikin. Divê ew herwiha peyama berdewamkirina şoreşê û parastina mafên gelê Kurd bigihînin serokên rejîma Be's([2]).
Yek ji wan çalakiyên ku Pêşmergeyan pêk anîn û karî ziyaneke mezin bigihîne saziyên hikûmeta Be's, çalakiyeke partîzanî bû li herêma Qasrokê ya navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê di sala 1978an de, piştî ku hêzeke Pêşmerge karî bigihîje yek ji baregehên şervanên rejîma Be's û ji nişka ve êrîşî baregehê kir. Di demek kurt de, wan karî ziyanên giran bidin, di nav de kuştin û birîndarkirina hejmareke mezin ji şervanan. Di vê operasyonê de, Pêşmergeyek bi navê Hemîd Hefzullah, kadroyekî jêhatî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK), şehîd bû. Piştî veguhastina cenazeyê wî, ew li gundê Blan ê nahiyeya Mêrgehê hat veşartin. ([3])
Hêjayî gotinê ye ku hemû van çalakiyên Pêşmergeyan peyameke tirsê bû ji bo serokên rejîma Be's ku şoreş dê bi şêweyekî din vegere qada têkoşînê, heta eger bi planeke navneteweyî têk biçe û hemû xewnên wan kesên ku dixwazin şoreş bi temamî ji holê rabe, binax bike.
Çavkanî:- مهسعود بارزانی: بارزانی و بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد، بهرگی چوارهم، 1975-1990 شۆرشی گوڵان، بهشی دووهم، چاپی یهكهم، چاپخانهی ڕوكسانا، 2021.
- جهمال فهتحوڵله تهیب: بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد له باشوری كوردستان 1976-1980، چاپی یهكهم، چاپخانهی شههاب، ههولێر-2012.
- غازی عادل گهردی: پێشمهرگهیهك له خزمهت بارزانیدا، بهرگی دووهم، چاپی دووهم، توركیا- 2021.
[1] جهمال فهتحوڵله تهیب: بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد له باشوری كوردستان 1976-1980، چاپی یهكهم، چاپخانهی شههاب، ههولێر-2012، ل11.
[2] - غازی عادل گهردی: پێشمهرگهیهك له خزمهت بارزانیدا، بهرگی دووهم، چاپی دووهم، توركیا- 2021، ل46
[3] - مهسعود بارزانی: بارزانی و بزوتنهوهی ڕزگاریخوازی كورد، بهرگی چوارهم، 1975-1990 شۆرشی گوڵان، بهشی دووهم، چاپی یهكهم، چاپخانهی ڕوكسانا، 2021، ل53.


