Piştî ku Artêşa Iraqê dest bi paşvekişandin û xwe-dûrxistina ji cîbicîkirina bendên peymana 11ê adara 1970yê kir, û piştî çar salan ji danûstandinan, di wê demê de karî xwe ji aliyê serbazî ve bi rêk bixe bi rêya çekdarkirin û rêkxistina artêşê bi rêya têkilî û peymanên ku bi Yekîtiya Sovyetê re di bin navê peymana (Hevaltî û Hevkariyê) de îmze kiribûn, bi armanca bidestxistina piştevanîya serbazî ya Îraqî ji bo bidawîkirina şoreşa Kurd vê carê di demek kurt de. Yekîtiya Sovyetê jî armanc dikir ku sermayeyan li Îraqê veberhênan bike ji bo bihêzkirina pozîsyona xwe li Rojhilata Navîn.

Wek encama dorpêçkirina Hêzên Pêşmerge ji bo kampa parêzgeha Rewandizê, û berî ku şer careke din derkeve, Artêşa Iraqê di destpêka meha nîsanê de hemû hêzên xwe vekişand kampa Spîlikê, herwiha baregeha lîwaya ser bi xwe ve, ya ku li gundê Balkiyan li bakurê newala Elî Beg bû, veguhast heman cihî.

Di 16ê nîsana 1974an de, Mistefa Barzanî serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û fermandeyê Şoreşa Eylûlê, ferman da ku êrîşî kampa Spîlikê ya li rojavayê bajarokê Xelîfanê bikin, bi armanca tevlihevkirina Artêşa Iraqê û desteser-kirina vê cihê stratejîk. Tevî ku Pêşmerge êrîş pêk anîn, lê ji ber berevaniya bihêz û hejmara mezin a leşkeran û çekên pêşketî yên Artêşa Iraqê, bi ser neket. Di nîşaneke din de, hat gotin ku hikûmeta Îraqê êrîşî herêma Spîlikê ya zehmet-girtinê kir, ku lîwayeke serbazî ya Îraqî ji aliyê Pêşmerge ve hatibû dorpêçkirin, piştî şer û rûbirûbûneke tund, Artêşa Iraqê karî dorpêça Pêşmerge bişkîne û her du hêzên ser bi Artêşa Iraqê ve bigihîjin hev, û xwe ji bo êrîşeke mezin li ser Rewandizê amade bikin.

Fujek ji Hêzên Pêşmerge li Serçiya bi fermandeyiya Mîrxan Mihemed Emîn hat belavkirin. Piştî gihîştina agahiyên pêşveçûna Artêşa Iraqê ji fermandeyiya şoreşê re li ser vî eksenî, di dawiya meha nîsanê de ferman hatin dayîn ji bo fujê duyem Zozik bi fermandeyiya lîwayê Yûnis Rojbeyanî ku erkê xwe veguhezîne Serçiya, ligel fujê navborî ji bo bihêzkirina xeta berevaniyê li vî eksenî. Erka vê hêza Pêşmerge, ya ku ji Hawdiyan bi rêya newala Xelan-Biyaw diçû, parastina rêya sereke Spîlik - Xelîfan bû, ji ber ku Artêşa Iraqê dixwest ji wir ber bi herêmên şoreşê li Rewandiz, Diyana û Balekayetiyê ve biçe. 

 Eşkere ye ku di sibêdeya wê rojê de, berî gihîştina fujê duyem, Artêşa Iraqê jixwe dest bi pêşveçûnê li ser rêya Spîlik - Xelîfan kiribû, hêzeke biçûk ku berê li wir hatibû bicihkirin rûbirûyî wan bûbû, di berevaniyeke bihêz de, û piştî şehîdbûna pênc Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din, karîn zirarên mezin bigihînin Artêşa Iraqê û neçar bikin ku paşve bikişin. 

Di wê şevê de ku katîbeya Yûnis Rojbeyanî gihîşt cih, ji ber birîna rêyeke dirêj gelek westiyayî û qels bûn, pirsîn ka barûdox çawa ye û gelo nûçeyên tevgerên Artêşa Iraqê hene, divê ew derkevin Serçiya, lê Pêşmergeyên ku berê li vî eksenî hatibûn bicihkirin bersiv dan wan ku ti agahiyên wan di vî warî de nînin. Di sibehê de dîtin ku Artêşa Iraqê Serçiya kontrol kiriye. Ferman hat dayîn ji bo siriyeya ku rêya Spîlik-Xelîfan diparast ku biçe Baniserê li dawiya rêzeçiyayên Serçiya ku li ser Xelîfanê dinêre. Piştî kontrolkirina Artêşa Iraqê li ser Serçiya, telgrafek ji ofîsa serbazî hat ji bo pêkanîna êrîşeke berevajî û vegerandina Serçiya ji Artêşa Iraqê. Hêzên Pêşmerge dest bi amadekariyên êrîşkirina ser Serçiya kirin. Hemû Pêşmergeyên ku ji Xelan-Biyaw ber bi Baniserê ve diçûn ji bo êrîşkirina ser Serçiya ji wî cihî, di tevahiya rojê de ji aliyê balafirên Îraqî yên ku li esmanê herêmê difiriyan, hatin armanckirin.  

Gava hêzên Pêşmerge gihîştin Baniserê û bi amadekariyên êrîşkirina ser Serçiya mijûl bûn, hêzeke Artêşa Iraqê ji nişka ve êrîşî cihên Pêşmerge kir, lê Pêşmerge bi tundî bersiv dan wan û karîn hemû leşkeran ji bilî 3 an 4 leşkeran ku birîndar bûn û ji aliyê Pêşmerge ve hatin girtin, ji nav bibin. Herwiha şehîd û birîndar ji aliyê Pêşmerge ve hebûn. Piştî wê, hêzên Pêşmerge dest bi êrîşeke berevajî û cîbicîkirina fermanên fermandeyiyê kirin, lê pirsgirêkek li pêşiya wan derket, ew jî rijandina agahiyan ji hundirê hêzên Pêşmerge bo Artêşa Iraqê ji ber xiyaneta yek ji berpirsiyarên Pêşmerge, bi vî awayî Artêşa Iraqê saeta sifir a êrîşê bi dest xist, ji ber vê yekê êrîşa Pêşmerge bi ser neket.

Piştî têkçûna Pêşmerge li ser destê fermandeyên wî eksenê şer, ji fermandeyiya şoreşê hat xwestin ku kampa "Spîlik"ê topbaran bikin, ji ber ku hejmareke mezin a leşkeran dihewand û di rewşa amadebûnê de bûn ji bo êrîş û pêşveçûnê. Fermandeyiya şoreşê dît ku ev karekî girîng e û tavilê fermandeyê Topxaneya Şoreşê "Halî Dolmerî" erkdar kir ku kampa "Spîlik"ê topbaran bike. Di nav şevekê de, du top gihîştin Xelan û Biyawê, û li çiyayê Bradostê fermandeyê topxaneyê û fermandeyê fujê duyem Zozik çavdêriya topbaranê dikirin, û bi derketina rojê re ferman ji topxaneyê re hat dayîn ku dest bi kar bike, piştî topbarana dijwar zirarên mezin gihîştin kampê wek encama teqîna depoya zexîre û cihê sotemeniyê li hundirê kampê.

Çavkanî:

1- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, binyatnan û heltekandin, 1961-1975, çapa çarem, 2021.

2- Kurd û Kurdistan li belgenameyên nihênî yên Amerîkayê de, amadekirina Lokman Miho, wergerandina ji îngilîziyê ve Werya Rehmanî, (Çapxaneya Rojhilat- Hewlêr- 2009).  

3- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, (Hewlêr- 2022).

4- Dîmane ligel Qadir Hesen Sîtkanî Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê 31ê kanûna pêşîn 2022.

5- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa duyem, çapa yekem, (Hewlêr- 2004).