Piştî şikestina Şoreşa Eylûlê, Pêşmerge û fermandarên serbazî yên şoreşê reviyan Îranê, lê ev qet nayê wê wateyê ku têkoşîna ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bi dawî bûye, belkî amadekariyên nû ji bo destpêkirina şoreşê careke din dest pê kirin. Di Tebaxa 1979an de hêzên Pêşmerge ji bo çalakirina rêxistinên partiyê vegeriyan Badînanê. Dema vegeriyan, erka wan ew bû ku gundan bigerin da ku rêxistina veşartî vejînin û çalakiyên Pêşmerge pêk bînin (1). Herwiha diyar e ku hêzên Pêşmerge di wê heyamê de di nav rêxistina partiyê ya şax, komîsyonên herêmî û rêxistinan de hatibûn rêxistinkirin (2).
Di meha Gulanê ya 1981an de, hêzeke Pêşmerge ji rêxistinên Şehîd Şehbaz Salih û Şehîd Mehmûd Yûsif ên ser bi Komîsyona herêmî ya Zaxo ve, ji bo gera li gundên devera Batîfa û cîbicîkirina erka şoreşê gihîştin. Di 25ê heman mehê de gihîştin gundê Mînînê. Dema şev hat, hinek ji hêzên Pêşmerge ji bo kirîna kelûpelên xwarinê û pêdiviyên rojane çûn gundê Xîzava. Gund nêzîkî çavdêriya hêzên serbazî yên rejîma Beis bû, lewma hêzên Pêşmerge bi baldarî li ser sê koman hatin dabeşkirin da ku di rewşa rûbirûbûna bi hêza serbazî re xwe biparêzin. Ji bo vê armancê, komek çû cihê bi navê Cem Cehûr, koma duyem çû cihê bi navê Framok û koma sêyem li derdora firoşgehekê li gund belav bûn da ku kelûpel û pêdiviyan bikirin (3).
Di vê kêliyê de dîtin ku ji aliyê hêzeke Artêşa Iraqê ve hatine dorpêçkirin. Zû bi zû hevûdu ji barûdoxê agahdar kirin û leşkerên Artêşa Iraqê agir bi Pêşmerge berdan û şerekî dijwar di navbera wan de derket. Leşkeran êrîşî wan Pêşmergeyan kirin ku di firoşgehê de dorpêçkirî bûn. Nêzîkî çar-pênc leşker bi guleyên tivingên Pêşmerge birîndar bûn û hemû ketin erdê. Bi gulebarana leşkeran re, agir bi malên welatiyan ket. Diyar e ku birîndarbûna leşkerên ku êrîşî firoşgehê kiribûn, derfet da Pêşmerge ku kom bibin û berevaniya xwe xurt bikin, lê di vê demê de hemû hêzên ku gund dorpêç kiribûn êrîşî Pêşmerge kirin. Di vê navberê de, hêzên din ên serbazî yên lîwaya Batîfa û Sehl Ciyî gihîştin cihê bûyerê da ku piştgiriya hêzên xwe bikin.
Dema hêzên Pêşmerge barûdox bi vî awayî dîtin, û hebûna hejmareke mezin a leşkeran li gund û hatina hêzeke din ji bo alîkariya wan, biryar dan ku dorpêçê bişkînin û birevin. Wan bi ser banên xaniyan û kolanên gund de reviyan û gihîştin hevalên xwe yên din ên ku berê li du cihan bi cih bûbûn, paşê hemû bi hev re reviyan û bi silametî vegeriyan cihên xwe (4).
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- 2021).
2- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyn şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, (Çapxana Kurdistanê – Zaxo- 2007).
3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî, berga duyem, çapa duyem, (Tirkiye- 2021).


