Berî destpêkirina şer, hikûmeta Îraqê sîstema pasewanên sînor hilweşand ku beşek bû ji 11ê adara 1970ê, li cihê wan hozan çekdar kirin, di wê demê de serbazgeheke Artêşa Iraqê li bajarê Zaxo hebû, ku hikûmeta Îraqê di rêkeftina 11ê adarê de paşve vegeriya û xwe ji cîbicîkirina birge û maddeyên rêkeftinê dizî û careke din şer bi ser Kurdan de sepand, dest bi bombebarankirina bajar û bajarokên Kurdistanê kir û êrîşa serbazî bo ser navçeyên bin desthilata şoreşê dest pê kir, serbazgeha Artêşa Iraqê li Zaxo ji aliyê hêza Pêşmergeyên Zaxo bi fermandeyiya Îsa Siwar hat dorpêçkirin, nêzîkî hezar serbaz tê de hebûn.

Firqeya çarem a Artêşa Iraqê bi fermandeyiya Emîd Rukn Ebdulcebar Esedî di 26ê adara 1974ê bi mebesta encamdana êrîşeke berbelav ji Mûsilê ber bi bajarê Zaxo pêş ket, heta 30ê nîsana 1974ê berdewam bû li ser bombebarankirina bajarî, her li devera Badînan ji bilî Zaxo di 25ê nîsana 1974ê de bajarê Dihokê jî ket ber pelamar û bordûmana artêşê, hikûmet bi wê jî nesekinî di destpêka destpêkirina şer de Wezareta Berevaniyê ya Îraqê biryar da bi dubare çêkirina fewcên (caş) ku rasterast ser bi artêşê bin, herwiha danîna efserê serbazî ji bo her fewcekê ji kirêgirtiyan wek fermandeyê fewc û serokê kirêgirtiyan jî bû şêwirmendê efserî, hejmara wan nêzîkî 6000 çekdar bû ji hozên Sûrçî, Herkî, Zêbarî, Bradost û Xoşnaw hwd..  

Mebesta Artêşa Iraqê di wê êrîşê de şikandina dorpêça Pêşmerge bû li ser serbazgeha navborî û destgirtin bi ser bajarî de bi palpiştiya tank, top, zirêpoş û balafirên şer, destpêkê pêşrewiyên artêşê bê ti astengî berdewam bûn heta gihîştin nêzîkî deverê, lê li Geliyê Zaxo Pêşmergeyên hêza Zaxo bergirî kirin û bergirî kirin heta pêşrewiyên artêşê rawestînin û di dawiyê de têk bibin, tevî wê yekê ku hêza Pêşmerge sengerên baş girtibûn bi hawanan topbarana êrîşa artêşê û serbazgeha dorpêçkirî dikirin, lê ji ber mezinahiya qebareya hêzên hikûmetê di zoriya hejmara serbaz û çekên giran ên pêşketî wek tank û zirêpoş, Pêşmerge nekarî zêdetir ji çend hefteyan hêza mezin a Artêşa Iraqê rawestîne, piştî ziyaneke mezin di serbaz û têkşikandina tank û kelûpelên serbazî, artêşê karî dorpêça ser serbazgehê bişkîne û di 1ê gulanê de dest bi ser bajarê Zaxo de girt.

Artêşa Iraqê bi vê jî nesekinî belkî destrêjî li ser welatiyên sivîl ên bajarî kirin, di encamê de 63 şehîd û 150 birîndar jê ketin, piştî ku artêş çû nav bajarê Zaxo hêza Pêşmerge paşekişe kirin bo gundên derdorê, bingeh û baregehên xwe li Geliyê Harîna danîn li gundê Ermşê, careke din xêzeke din a bergiriyê çêkirin heta rêgiriyê bikin li pêşrewî û êrîşên artêşê, li bajarê Dihokê jî berî êrîşa artêşê Pêşmerge ber bi Geliyê Dihokê çûn baregeha hêza xwe li gundê Baxurnîfê danîn û xêza bergiriyê damezirandin, Artêşa Iraqê êrîşa berbelav kir ser Geliyê Dihokê û Çiyayê Kêlî Şedayê lê nekarî ti pêşrewiyekê bi xwe ve bibîne û êrîşên wan têk çûn.

Çavkanî:   

1- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

2- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.

3- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

4- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojên di dîroka Şoreşa Îlonê de, çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr – 2007.