Şerîf Leşkerî Husên sala 1915 li gundê Bêstrê yê ser bi nahiya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye. Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan û çûna wan bo Rojhilatê Kurdistanê û parastina Komara Demokratîk a Kurdistanê, her du hevjînên wî ligel zarokên wî koça dawî kirine. Şerîf Leşkerî li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê de wergirtiye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959an wek fermanber li Fermangeha Çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, her du zimanên Kurdî û Rûsî zanîbûye, sala 1967an dema ku li ser erka xwe bûye bi felcê dil li Serê Berdê koça dawî kirine û li gundê Mûseka hatiye veşartin.
XebatnameŞerîf Leşkerî berî hilgirsa Şoreşa Duyemîn a Barzan, sala 1942an eşqiya bûye, sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, beşdarî şerê Dola Narê bûye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedêr û di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 20ê çiriya pêşîn de jî beşdarî girtina binkeya polîsên Şêrwanî bûye. Herwiha di 8ê tebaxa 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Mêrgesor û di 12ê Eylûlê de beşdarî şerê Serê Akrê bûye û di vî şerî de bi giranî birîndar bûye. Di 19ê tebaxa heman salê de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, navborî ligel du birayên xwe bi navên Ehmed Leşkerî û Bedro Leşkerî di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê de bûye Pêşmerge, beşdarî şerên Qelatan, Kelaşê û Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, di 29ê nîsana heman salê de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye.
Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 13 li ser 14ê adarê beşdarî şerê Gûjar û di 19ê adarê beşdarî şerê Neqede û Şino bûye. Herwiha Şerîf Leşkerî di 24ê adara 1947an de beşdarî şerê Qarne yê li navçeya Xanê û di 25ê adarê beşdarî şerê Hevris û Helejî bûye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Mako de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, beşdarî şerên Lolan, Meydanok, Zêlkoka, Mrêba, Çiyayê Metîn, Etruş, Girikal, Balekiyan, Badliya, Balekiyan û Gerûyê Umer Axa bûye, sala 1962an serleq bûye.
Serçave:-
Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşîna rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşê, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959.
-
Di bîranînên fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajo de, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
-
Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd 1931 - 1958, bergê yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).
-
Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





