Jînenîgarî

Şerîf Qurtas sala 1932an li gundê Zerara ser bi nahyeya Gorêto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de li gel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî neskoya şoreşa duyem a Barzan li gel malbata xwe rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, Qurtasê bavê bi nexweşiya tîfo li gundê Qelatan koça dawî kiriye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye di 15ê sibata 1954an de li Zanîngeha Taşkendê hatiye wergirtin, di 29ê adara 1959an de karîbûye bawernameya dîplomê werbigire, sala 1959an wek mamostayê wanebêj ders daye xwendekaran. Di 21ê kanûna pêşîn a 2019an de li nexweşxaneya Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana gundê Zerara hatiye veşartin.

Xebatname

Şerîf Qurtas ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û ماندووبوونeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer bi wan re hatibû kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêjî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketin ber lêborîna giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê.  

 Di serdema Şoreşa Eylûlê de erkê mamostayê şoreşê bûye, di 16ê kanûna pêşîn a 2010an de di kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê de ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn. 

Çavkanî:
  1. Sefer Yûsif Mîrxan, hevalê dêrîn ê Barzanî yê nemir mamosta Şerîf Zerarî koça dawî kir, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5677, Hewlêr, 22 kanûna pêşîn a 2019an.

  2. Şeban Elî Şeban, hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013an).

  3. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996an).

  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013an).

  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013an).

  6. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên nemir Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002an).

  7. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997an).

  8. Leys Ebdulmuhsîn Cewad el-Zubeydî, Sewret 14 Temûz 1958 fî el-Îraq, (Bexda - Dar el-Reşîd lîl-Neşr - 1979an).

  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998an).

  10. Nacî Teha Berwarî, Hevçeperê Barzanî yê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe vedigêre, beşê sêyê, kovara Metîn, leqê yekê yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 49, xûla sêyê, Dihok, Çapxaneya Hawar, sibata 1996an.

  11. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê