Ebdullah Hesen Îbrahîm, nasnavê wî Şewket Hesko Dolemerî, sala 1963an li gundê Xoşkan a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar e. Sala 1984an awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Neẍedeyê niştecî bûye. Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li gundê Xoşkan niştecî bûye, niha nişteciyê bajarê Hewlêrê ye.

9ê gulana 1980yî de peywendî bi rêzên Pêşmergeyên Serkirdatiya Demkî ya Partiyê re kiriye û ligel fermandeyê Sefer Silêman Dolemerî bûye Pêşmerge. Heman sal bûye Pêşmerge di Leqê 2ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi fermandeyiya doktor Seîd Ehmed Nadir û di çarçoveya mefrezeyên gerok de li deverên Dolemerî, Şêrwan, Bradost û Surçî kar kiriye. Di heyama xebata xwe de beşdarî di çendîn çalakiyên serbazî de kiriye, di nav wan de: Şerê Meznê di 21ê tîrmeha 1980yî, Şerê Rêzan 31ê tebaxa 1980yî, Şerê Gerûyê Hesen Beg di 31ê gulana 1981ê, Şerê Gerûyê Xoşkan Bawe di 28ê kanûna duyem a 1981ê. Sala 1988an beşdarî şerê Xwakurkê kiriye û di 18ê tebaxa 1988an li çiyayê Ketkîn birîndar bûye. Piştî şer hatiye veguhestin bo Rojhilatê Kurdistanê.

Sala 1991ê bi rêya Hacî Omeran vegeriyaye bo beşdarîkirin di raperînê de li navçeyên Soran û Mêrgesorê, û beşdarî şerê Korê kiriye. Piştî hilbijartinên 1992an, hatiye kirin fermandeyê siriyê û piştre hatiye veguhestin bo Artêşa Barzan wek fermandeyê fewcê yek di mihwerê yek. Sala 1997an pileya fermandeyê Hêza 10ê ya Fermandeyiya Barzanî jê re hatiye dayîn û heta sala 2006an berdewam bûye. Sala 2013an ji ber kêmendamîbûnê di encama birînên şerê çiyayê Ketkîn, Seqelaya Mizûrî û Kîşkeya Xoşnavetiyê bi pileya lîwa malinşîn hatiye kirin.

Di roja 15ê kanûna pêşîn a 2010an, di Kongreya 13ê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji ber xizmetên ku bi Kurd û Kurdistanê re kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî yê Nemir jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.