Şehîd Abid Rehîm Ebdullah Mihemed, xwendekarê amadehiya çandiniyê bû, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bû, di sala 1981ê de li gundê Xêlî Heme yê li deşta Şarezûrê ji aliyê leşker û cehşên rejîma Be's ve hat girtin û ew ji kesên windayî û ji şehîdên bêgor e.

Şehîd Abid Rehîm Ebdullah Mihemed di sala Sala 1964 li nahiyeya Biyare ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, qonaxên seretayî û navendî li Biyare temam kirine û tevlî qonaxa amadehiya çandiniyê li Silêmaniyê bûye.  

Di Sala 1979 çû Îranê û tevlî Hêzên Pêşmerge bû di mefrezeyê Şehîd Yûnis Elî (Erîf Yûnis) ya ser bi fujê Mihemed Remezan di nava hêzên Hewramanê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê de.

Abid Rehîm di sala 1981ê de bi hevalên xwe yên Pêşmerge (Yûnis Elî, Erîf Yûnis, Heme Zemqî) re çû deşta Şarezûrê ji bo encamdana çalakiyeke şer, û şevekê li gundê Xêlî Heme yê li deşta Şarezûrê man, bi derketina rojê re hêzeke mezin a leşker û cehşên rejîma Be's gund dorpêç kirin, û daxwaza radestbûnê ji wan kirin, lê wan biryar da ku rûbirûyê hêzê bibin û piştî çend demjimêran ji şer, yek ji hevalên wan Pêşmerge (Heme Zemqî) Şehîd bûne, û hêzê her yek ji Abid Rehîm û Yûnis Elî û Erîf Yûnis dorpêç kirin û ew bi birîndarî girtin, agahiyên piştrast hene ku ew birine girtîgeha Mûsilê, lê piştî wê nûçeyên wan qut bûn, û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e, û Abid Rehîm Ebdullah Mihemed ji Pêşmergeyên bêgor e.  

Çavkanî: 

Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê