Jînenîgarî

Avdel Bijiyanî, sala 1925an li gundê Bijiyanê ser bi nahiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwendina seretayî temam kiriye, du caran zewiciye, cara yekem li Kurdistanê bi Meryem Ehmed re û kurekî wan hebû bi navê Hisên, cara duyem li Yekîtiya Sovyetê û du keçên wan hebûn. Zimanê kurdî, erebî û rûsî dizanibû, sala 1957an li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzanê kiriye û di heman salê de beşdarî di şerê girtina binkeya polîsên Xêrezokê de kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Di 5ê îlona heman salê de beşdarî di girtina binkeya polîsên Meydan Morik û Dola Vajê ya devera Mêrgesorê de kiriye.

 Di 11ê çiriya pêşîna 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin, piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdar bûye. Piştî rûxandina Komarê, di 15ê nîsana 1947an de ligel Şêx Ehmed Barzanî ji çemê Gaderê derbas bûye û vegeriyaye Kurdistanê Îraqê. Bi sedema nexweşî û zehmetiya jiyanê di nav sîma dîlanê de hevjîn û tenê kurê wî koça dawî kirine.

Piştî rêkeftina her sê welatên Îraq, Îran û Tirkiyê li dijî hêza jenerêl  Mistefa Barzanî di 23ê gulana 1947an de û piştî civîna berfireh a gundê Drê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê, navbirî biryar dide ji hêzê neqete. Di destpêka rêçikê de û li gundê Drê bi sedema bordûmana firokeyên hêza asmanî ya Îraqê birîndar dibe û piştî çareseriya seretayî beşdarî şerên rêçikê bûye. Di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê û her li wir sala 1957an koça dawî dike.

Serçave:

1.  Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

    Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004).

2.      Heyder Farûq El-Samirayî, Çiya û Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhekem – 2016).

3.      Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).

7.      Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2002).

8.      Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya wezareta rewşenbîriyê - 2001).

9.      Ebdullah Xefûr, Ferhenga cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).

10.    Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).

11.    Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr – cihê çapê ne diyar – 1997).

12.    Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020).

13.    Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).