Jînenîgarî

Cemîl Ebdullah Hesen, sala 1925 li gundê Avêdurê yê ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî li gel Gul Qere Eslan ku navê wê yê rûsî (Pembûx Eslanove) ye pêk aniye, xwediyê du keçan bûne bi navên Nadiye û Hediye ku duwênî bûne û herduyan sala 1958 ji dayik bûne, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê rejîma Beis ve hat raguhastin bo başûrê Îraqê li parêzgeha Dîwaniye û paşê li deşta Hewlêrê niştecih tê kirin, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqî ve li komelgeha Quştepe şûnwenda bûye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral  Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xwarin û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û serên hevalên xwe dike û ew jî destpêcê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha mijdara 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral  Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gor herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê rejîma Beis ve hat raguhastin bo parêzgeha Dîwaniye li başûrê Îraqê û paşê li deşta Hewlêrê niştecih tê kirin, di rêkefta 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqî ve li komelgeha Quştepe şûnwenda bûye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Rêkarî Mezûrî, Jinen Rôs û Raguhastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
  4. Rêkarê Mezûrî, Serborên Trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
  5. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  6. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  7. Umer Hemze Salih, Cînoyîsad û Tawanên Rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 li zimanê şayîdhal û belgeyên din ve, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat – 2017z).
  8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  9. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959.
  10. Li bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  11. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
  12. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  13. Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe Heta Lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).