Cixsî Yehya Xan Şeker Bêroxî Gerdî, sala 1938an li gundê Bêroxê yê ser bi parêzgeha Şemzînan - Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1963an di şerê Çiyayê Spîlkê de şehîd bûye.
Cixsî Yehya Xan Şeker Bêroxî, li gundê Bêroxê yê ser bi parêzgeha Şemzînan - Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, selit bûye.
Sala 1961ê destpêka hilgirsa Şoreşa Eylûlê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên şoreşê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî şerên Loman, Sersing, Zawîte û Serzêrê, Kevlesnê, Çemankê, Mirêba, Mêrsîda, Dola Nehlê, Pîrs û Serê Akrê kiriye. Sala 1963an di şerê Çiyayê Spîlkê de şehîd Cixsî wek serdesteyek li gel birayê xwe şehîd Fikrî berevanî li pêşrewiyên Artêşa Iraqê kiriye û her di wî şerî de şehîd bûye.

Çavkanî:

 1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.