Cum'e Mistefa Yûsif, sala 1920an li gundê Têl ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di rêkefta 31ê Tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalên Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li komelgeha Qoştepe li Hewlêrê ligel kurikekî bi navê Xoşevî Cum'e (1969-1983) şûnbizr dikin.
XebatnameDi 23ê Gulanê ya 1947an de yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qitûr û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dor hatibû girtin, danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xorak û poşak û hatûçoyê wek dîlên şer mamaleya wan kirine. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêr meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.
Piştî mamaleya xirab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr bi ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha Kelxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrêvskî bên komkirin, lewma navbirî di meha Çiriya Paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrêvskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê Sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Grûziya bi rêya bendera Besrayê li Başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî:-
-
Erşîfa desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
-
- Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û Ragwastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
- Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarzat-ê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lîn-Neşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyî Rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe Heta Lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





