Ezmer çiyayekî bilind û navdar ê Kurdistanê ye, dikeve bakurê rojhilatê bajarê Silêmaniyê, ji ber bilindahiya xwe li ser derdora xwe serdest e, lewma ji aliyê leşkerî ve wekî cihekî erdnîgarî yê girîng tê dîtin, çiyayên bilind cihê xweragirtin û berevaniya Hêzên Pêşmerge bûn, Artêşa Iraqê jî ji bo serdestbûnê li ser tevahiya navçeyê biryar da ku dest bi ser bilindahiyan de jî bigire, her çend desthilata Artêşa Iraqê di nav bajarê Silêmaniyê de hebû, lê gava Hêzên Pêşmerge li ser bilindahiya çiyayê Ezmerê serdest bûn, ji bo hêzên Artêşa Iraqê ne hêsan bû ku tevger û erkên xwe yên leşkerî bi cih bînin, lewma dest bi amadekariya êrîşa leşkerî ji bo girtina çiyê kirin.

Di saet 5:30ê 19ê hezîrana 1974an de Artêşa Iraqê zengila êrîşkirina ser sengerên Pêşmerge li çiyayê Ezmerê lê da, ji bo vê êrîşê û dagirkirina çiyayê Ezmerê her yek ji Hêza 4an a Firqeya 2an a Kerkûkê û Hêza Taybet (Qûwat Xasse) û Ketîbeya Tankan a Hêza 8an û Hêza Asmanî û Topxaneya Firqeya 2an û çekdarên kirêgirtî (caş) beşdar bûn, Hêzên Pêşmerge jî ku di amadebaşiya xeta berevaniyê de bûn, pêk dihat ji Betalyona 4an a Pêncwênê ya Hêza Xebatê bi fermandariya Nûrî Heme Elî. 

Hikûmetê ji bo vê carê êrîş û pelemardanên xwe yên li ser navçeyên şoreşê hemû şiyanên xwe yên leşkerî di hêz û çek û cebilxaneyên şer û tank û topên dûravêj û zirêpoş û hêza asmanî de bi kar anî, ji bo serdestbûnê li ser Şoreşa Eylûlê, Artêşa Iraqê di wê êrîşa xwe ya li ser çiyayê Ezmerê de pêşî wekî fêlekî leşkerî topbarana çiyê bi rêya topxane û balafirên şer dest pê kir, lê Hêzên Pêşmerge pêşbîniya vê yekê kiribûn, lewma sengerên xwe bi başî xurt kiribûn, heta di dema topbaranê de ziyan negihê wan, her çend di encama topbaranê de hinek birîndar hebûn, lê Pêşmerge ji bo parastina xeta berevaniyê di amadebaşiyê de bûn.

Gava ku Hêza Asmanî ya Artêşa Iraqê li çiyê bordûmana sengerên Pêşmerge dikir, beşa berevaniya asmanî ya Pêşmerge balafireke helîkopter bi çeka doçka xist xwarê, ev yek bandoreke girîng li ser bilindbûna moralê wan kir, piştî rawestana topbaranê Artêşa Iraqê êrîşa berfireh li wan cihên ku rê hebû ketîbeya tankan bikeve pêşiya hêza peyade û çekdarên (caş) dest pê kir, her çend ji ber hebûna mînên dijî tank tevgerên wan ne bilez bûn, lê hêza peyade û caşan li cihên din jî dest bi pêşrewiyê kirin, heta nêzîkî sengerên Pêşmerge bûn, şerekî germ di navbera wan de dest pê kir, bi dirêjahiya wê rojê Pêşmerge karî bi tundtirîn şêwe bersiva wê êrîşa mezin bide, êrîş ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat têkbirin, laşê çendîn serbaz û caşan li meydana şer man, di dema paşekişeyê de laşê kuştiyên xwe bi tankan vediguhestin. 

Artêşa Iraqê wê rojê nekarî armanca xwe bi dest bixe, roja din anku 20ê hezîrana 1974an dîsa dest bi êrîşa berfireh kirin, bi heman şêweyê roja berê belkî tundtir jî ji aliyê topbaran û bordûmana balafiran ve, paşê bi hêzeke mezin û piştgiriya ketîbeya tank û zirêpoşan êrîşî sengerên Pêşmerge kirin, piştî şerekî germ û xwînawî Artêşa Iraqê rastî çendîn ziyanên canî û madî hat, çendîn tank û zirêpoş hatin têkbirin, lewma nekarîn bi wî awayî pêşrewiyê bikin ku fermandeyên artêşê pê dilxweş bibin, lê pêdagiriya Artêşa Iraqê di girtina çiyayê Ezmerê de kir ku hinek ji efserên artêşê bên cezakirin, tirs û dilgiraniyê bixin dilê yên din da ku li ser Pêşmerge serbikevin, piştî zexteke mezin û êrîşa berdewam û bêhejmar a hejmara serbazan û çekên bihêz û tank û top û zirêpoş û hêza asmanî, tevî hebûna ziyaneke mezin jî di artêş û çekdarên kirêgirtî de, herwiha Hêzên Pêşmerge jî ji ziyana canî bêpar nebûn di şehîd û birîndaran de, artêşê karî çiyayê Ezmerê bigire.                               

Çavkanî:
  1. Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2022.

  2. Mlazim Xidir Ebdullah Debax, Bîranînên min û topxaneya Şoreşa Eylûla Mezin, Çapxaneya Roşenbîrî, çapa sêyem, Hewlêr – 2020.

  3. Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 jiyan û rola siyasî û leşkerî di bizava rizgarîxwazî ya Kurd de, Çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

  4.  Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê binyadnan û hilweşandin, çapa çarem, 2021.