Sala 1924 li gundê Lêrebir ser bi nahiya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, sala 1958 bawernameya bakaloryosê li beşa çandinî wergirtiye, zimanên Kurdî, Farisî, Tirkî û Rûsî zanibûye, sala 1993 vegeriyaye Kurdistanê, di 17ê Îlona 2000an de li gundê Lêrebir koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 12ê Çiriya Pêşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezokê kiriye, di 19ê Tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an de rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê Adara 1946an de li hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 3ê Gulan a heman salê de beşdarî şerê Mılqerenî kiriye, piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê Adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê kiriye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê Gulan a 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulan a 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha Çiriya Pêşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jênêral Mistefa Barzanî, di 25ê Sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike Şahnişîna Îranê, sala 1979 beşdarî Şoreşa Gulanê kiriye û serpel bûye, di şoreşên Eylûl û Gulanê de beşdarî şerên Serê Akrê, Serê Pîrs, Merêba, Şûş û Şermna, Bêrsiyav, Badliyan, Nale, Zawîte, Nehle û Geliyê Reş kiriye, di şerê Serê Akrê de birîndar bûye.
Serçave:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dohok - Çapxana Parêzgeha Dohokê - 2013).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dohok - Çapxana Parêzgeha Dohokê - 2013).
- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
- Goşeya şehîdan, Govara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 59, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, Çiriya Pêşîn a 2002.
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 Nîsana 1959.
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zaxokî, 62 roj li gel Barzanî, çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Jubîleya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).





