Jînenîgarî

Sala 1925an li gundê Bêrsiyavê ser bi nahiya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya beşa çandiniyê li Zanîngeha Taşkentê wergirtiye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959an wek fermanber li Fermangeha Çandiniyê ya Mûsilê hatiye damezrandin, di 1ê kanûna yekem a 2000î de li gundê Bêrsiyav koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 15ê çiriya pêşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Bîrekepra û di 20ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Şêrwan Mezin kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Heman salê û di 5ê îlonê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikî kiriye, piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê de bûye Pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrat a Kurdistanê de beşdarî kiriye, piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê yê Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Bezarê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yaweriya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkent a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de  Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, heta sala 1975an pasewanê taybetî yê Barzanî yê nemir bûye, di 29ê îlona 1971ê de di pilana baregeha Barzanî yê nemir li Hacî Omeran birîndar bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê bo komelgeha Zêwe û ji wir ve hatiye veguhastin bo Simnan û dûre li bajarê Qezwînê niştecih bûye, sala 1980î vegeriyaye bo Silêvana û hatiye kirin bi serqoleyê pêşmergeyên pasewanên Mesûd Barzanî.

 sala 1991ê vegeriyaye Kurdistanê, beşdarî raperînê bûye, sala 1995an xanenişîn hatiye kirin, di 16ê tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên yûbîla zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrat a Kurdistanê, rêrew ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û raperînê de ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve medalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn.

 

 

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hamîd Gewherî, Medalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  3. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  4. Hîder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016).
  5. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
  6. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996).
  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).
  9. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  10. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001).
  11. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Weşanên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  12. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
  13. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
  14. Di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn de, serok Mesûd Barzanî mîdalya Barzanî dide têkoşeran û dayikên şehîdan, Govara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1ê îlonê 1996.
  15. Di bîranînên fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997).
  16. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
  17. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  18. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931- 1958, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012).
  19. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).