Be'siyan di sibata sala 1963ê de bi rêya derbeyeke leşkerî li ser Ebdulkerîm Qasim û hikûmeta wî serketin û desthilatdariya Îraqê girtin dest, serkirdatiya şoreşa Kurd piştgiriya xwe ji bo hikûmeta nû diyar kir û hêvî kirin ku ew werin bin barê wê yekê ku pirsgirêka Kurd bi şêweyekî aştiyane û dadperwerane çareser bibe, herçend Be'siyan di destpêkê de hêzeke wisa nebûn ku bikarin şerê şoreşa Kurd pê bikin lewma agirbest ragihandin û gotûbêj di navbera wan de dest pê kir.

Diyar e gotûbêjan zêde nexayand ji ber ku hikûmet ket amadekarî û karî di heyama 3 heta 4 mehan de xwe kom bike û hêzên xwe rêk bixe, paşê ket hewla gefa tepeserkirina şoreşa Kurd û gotûbêjên xwe yên li gel serên şoreşê red kir, di meha hezîrana 1963ê de şer û êrîşkarî û êrişên xwe ji bo ser navçeyên şoreşê dest pê kirin, di tevahiya wan navçeyên ku di bin destê Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê de bû. 

Her ji roja yekem a şer ve Artêşa Iraqê ji Mûsilê ber bi Zaxo û navçeyên din ên Badînanê, ji Kerkûkê ber bi navçeya Deşta Koyê û Çemçemal û Silêmanî û Raniye û Qeladizê, ji qoleke din ve ji Silêmaniyê ber bi Qeredax û Germiyanê, herwiha ji Bexdayê ber bi Xaneqîn û Kifrî û Kelar û Derbendîxan û Şarezûrê dest bi tevgerê kir, plana vê carê ya hikûmeta Îraqê bi cureyekê bû ku di çend mihweran de şergehê damezrîne, ji bo belavkirina hêza Pêşmerge û navçeyên bin destê şoreşê, di êrîş û êrişan de her çi gund û çiya û deşt û newalên Kurdistanê ketin ser rêya wê dişewitandin, bi taybetî ku êrîş di havînê de bû demsala dirûnê û xele û xerman û berhemên çandiniyê bû ji bo nemana nava Pêşmerge û birçîkirina xelkê Kurdistanê û birîna çavkaniyên jiyana Pêşmerge. 

Êrîşa vê carê ya hikûmeta Îraqê ji bo ser Kurdistanê ji êrîşên din cuda bû, bi sedema wê rêkeftina ku li gel hikûmeta Sûriyê kiribû ji bo ku alîkariya wê bike di tepeserkirina şoreşa Kurd, bi wê pîvanê ku di wê serdemê de Be's li welatê Sûriyê jî desthilat girtibû dest, ji bo vê jî hêzeke dewleta Sûriyê bi navê hêza (Yermûk) bi fermandeyiya serheng Fehed el-Şaîr sînorê welatê Îraqê derbas kir û piştgiriya Artêşa Iraqê dikir ji bo êrîşbirina ser hêza Pêşmerge. 

Di 1ê çiriya paşîn a 1963ê de Artêşa Iraqê bi du lîwayên sê û pênc bi fermandeyiya eqîd Seîd Hemmo, bi piştgiriya ketîbeyeke tankan û hêzeke leşkerî ya Sûriyê û çekdarên kirêgirtî (caş) êrîşeke berfireh birin ser navçeya Çemê Rêzan, êrîş di navçeya Şwan û Şêx Bizênî heta nahiyeya Axcelerê girt heta gihîşt Çemê Rêzan, hêzên hikûmetê çend cih dorpêç dan wek Taslûce, gundê Esker, Qelaya Xelîfan, heta nêzîkî Dûkan ji bo Çemê Rêzan. 

Hêza Rizgar a Pêşmerge ku erka berevanîkirina wê navçeyê di stûyê wê de bû, li hember êrîşa hikûmetê sekinîn û karîn ziyaneke mezin bigihîninê lê hêzên hikûmetê di êrîş û êrişên xwe de her bi israr bûn, piştî hefteyekê karîn dest danin ser Çemê Rêzan, Pêşmerge hêzên xwe vekişandin bo navçeya Sûrdaş û Pîremegrûn û Newala Cafayetî, bi sedema nehevsengiya di hêz û çekan de bi taybetî nebûna çekên dijî tankan, li gel wê jî di şerê partîzanî de her berdewam bûn ji bo lêdana li rebayan û danîna kemînan li ser rêyên giştî û lêdana giran li hêzên hikûmetê. 

Piştî girtina Çemê Rêzan hikûmetê xwest navçeya Qeredax û Germiyan û Kifrî û Kelar û Derbendîxanê qut bike û dorpêç bike, ji bo jinavbirina carekê ya wê hêza Pêşmerge lewma ji Baziyan û Silêmanî û Kerkûkê ket leşkerkêşiyê, hêza Pêşmerge ya wê navçeyê jî bûn sê beş, beşek ji wan çûn navçeyên zehmet ên Sertke û Bemoyê û Derbendê Bîlûle zêdetirî du mehan hêzên hikûmetê mijûl kirin û giranahiya şer li ser navçeyên din kêm kirin, beşa duyem du çalakiyên mezin encam dan li Zembor û Jorûyê rojhilata bajarê Kerkûkê bi lêdana bîrên petrolê.

Beşa sêyem ketin lêdan û şopandina hêza hikûmetê ku ji bo êrişkirin û girtina bajarokê Qeredaxê çûbûn, di vî şerî de hejmareke zêde ya serbaz û efserên Artêşa Iraqê û artêşa Yermûk a Sûriyê û caşên ereb ku bi ezeyê spî û egalê hatibûn ji bo şerê Kurd, hatin kuştin û birîndar bûn.   

Ev yek bandoreke mezin li ser lawazkirina hêzên hikûmetê hebû heta ku gihîşt wê astê ku şiyana êrîşkirinê nemîne û pirsgirêk di navbera wan û hêza Yermûk a Sûriyê de çêbibe, ji bo xwe rizgar kirin ji vê qeyrana ku ketibûyê wê bêhêziya ku tûşî bûbû neçar ma di dawiya sala 1963ê de penayê bibe ber gotûbêjê, ew bû di destpêka sala 1964ê de peywendî bi mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kir bi rêya efserekî Kurd bi navê Kerîm Qerenî, di 31ê kanûna duyem a 1964ê de Barzanî rêberê şoreşê li gel parêzgarê Silêmaniyê emîd Ebdulrezaq Seyîd Mehmûd li Raniyê civiyan, piştî çend rûniştinan, agirbest hat ragihandin.           

Çavkanî:

1- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Sûrçî, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2023.

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem 2004.

3- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê bînyadnan û heltekandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.

4- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr, 2007.

5- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

6- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî li Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.