Di sibata sala 1963an de ku Beisiyan çûn ser textê desthilatdariya Îraqê, heta ku pêgeha xwe qahîm kirin gotûbêjeke sivik a çend mehan ligel serên şoreşa Kurd encam dan, lê ewqas neçû wekî rejîma Ebdulkerîm Qasim kûç ketin kincên wan û hewaya paqijkirina Kurd û şopandina şoreşê di mejiyê wan de hatin hûnandin, careke din ketin êrîş û şerkeriyê bo ser navçeyên şoreşê li Soran û Badînan û Germiyan hwd..., wate li hemû navçeyên şoreşê bi firehî û bi planeke yekalîker bi wê niyazê ku tişta rejîma beriya xwe nekarî encam bide ew bi cih bînin.

Êrîşa vê carê ya Artêşa Iraqê bo ser devera Barzan bi rêya du firqeyan ji navçeya Mêrgesor û Blê û Rêzanê bi hemahengî çekdarên kirêgirtî (cahş) ên Sofî û Surçî û Herkî û ligel çekdarên Esed Şêtneyî, bi piştevaniya bordûmana çirûpir a firoke û topbarana wêranker dest pê kir, piştî ku hêza Pêşmerge di bin zext û zora topbaran û bordûmanê de ji sengerên navçeya Spîlikê vekişiyan bi çiyayê Balekiyan û Bradostê ve bo navçeya Mêrgesorê, di vê kêliyê de Artêşa Iraqê karî dest bi ser Spîlik û Geliyê Elî Beg û çiyayê Korêk de bigire, bi vê astengeke mezin li ber hat rakirin ku Pêşmerge wekî xetekê berevaniyê danabû bo rawestandina pêşrewiyên hêza êrîşber bo ser devera Barzan.

Hêza Pêşmerge ku gihîştin derdora Mêrgesorê bi fermana Barzanî rêberê şoreşê rabûn bi danîna xetekê berevaniyê ji Geliyê Zeraran û Gerûyê Banê heta Gerûyê Sarkê û binariya çiyayê Pîran, bi fermandeyiya Luqman Barzanî ku berpirsê giştî yê wê mihwerê şer bû, ew jî rabû bi rêkxistina qolên xeta berevaniyê bi vî awayî: Hacî Bêroxî û Mistefa Nêrweyî li Gerûyê Banê li ber singê artêş û cahşan senger girtin, Mîre Şêrokî û Selîm Çêyî û Eref Yasîn li binariya çiyayê Pîran hatin damezrandin, Kekoyê Mêrgesorî û Heso Mîrxan Jajokî li Kêliya Binî Bîya bûn, Çawşîn Beydî û Hemed Axayê Mêrgesorî û Mistefa Reşo Elî Axayê Kekleyî li Kolana Henjîrokê piştî gundê Jajokê di sengeran de cih girtin, Mela Emîn Hostanî li Kolana Derî û, Ehmed Mistefa li Gerûyê Pîrembas li ser cadeya giştî bû, herwiha Hesen Xal Hemze jî li çiyayê Elbet piştî şikefta Dûrî li piştî gundê Kuran sengera qahîm kir, van fermandeyên ku navên wan hatin ligel tevahiya hêza xwe li ber singê artêş û hêza cahşan navçeya xwe sengerbend kirin. 

Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî (cahş) li Gorêtûya nêzîkî Mêrgesorê kom bûn û wekî binkeya çalakî û derketinê rojane ji wir ve bi piştevaniya firoke û tank û zirêpoş û çekên giran û sivik ên pêşketî êrîş dibirin ser sengerên Pêşmerge, hêza Pêşmerge jî bi çekên sivik ên Brinoyî û Îngilîzî û reşeş Brîm berevaniya wan dikirin û bi koleke kuştiyan û bi cih hêştina hejmarek laşan şikest bi wan dianîn, Artêşa Iraqê çendî hewl da li gundê Korkê yê nêzîkî Gorêtû ber bi bilindahiyên gundê Banê ser bikeve lê nekarî pêşrewî bike bi sedema wê berevaniya bihêz a ku di gerûyê de hatibû cîgirkirin, tevî topbarana xest û bordûmana çir a firokeyên şer li ser sengerên Pêşmerge.

 Di 24ê tebaxa 1963an de êrîşa artêş û çekdarên kirêgirtî (cahş) li xeta derdora gundê Kuran pêşrewî kir bi piştevaniya topbaran û bordûmana firokeyan ve li erdê jî hêza peyade ku pêk dihatin ji tank û naqîle û zirêpoş bi çekên Doşka û reşeş û hemû şiyana şerî ve ber bi rûyê Pêşmerge bûn, di vê êrîşê de tevî gihandina ziyaneke mezin ku bi nêzîkî 100 kes ji serbaz û cahşan dihat texmînkirin ji hêza êrîşber, hemberî şehîdbûna Pêşmergeyekê û birîndarbûna 6ên din hêz hat têkşikandin. 

Di yek ji hemleyên Artêşa Iraqê de ku hemû qolên şer girtin karîn li hinek cihan pêşrewî bikin bi sedema nemana fîşek û teqemeniyan, lê di berperçikeke êrîşa berevajî de hêza Pêşmerge karî şikest bi wan bîne û bişopînin heta gundê Male Siwar, ku evê roleke erênî hebû li ser bilindbûna vîn û morala Pêşmerge. 

  Di 30ê tebaxê de artêş û çekdar bi roja nîvro careke din hemle anîn ser sengerên Pêşmerge li Kolana Derî bi dirêjahiya heta çiyayê Pîran, Pêşmerge ber singê wan girtin û nehiştin pêşrewî bikin heta êvareke dereng şer berdewam bû wê carê jî êrîşa wan têkşikandin û 62 serbaz û 14 kirêgirtî hatin kuştin ku gelek laşên kuştiyên xwe li dawêna çiya bi cih hêştin û paşekşe bi wan kirin, di vê êrîşê de ji hêza Pêşmerge 8 şehîd û 22 birîndar hebûn di encama ketina bombeyeke napalmê di nav sengera Pêşmerge de di dema nanxwarinê de.        

Hikûmeta Iraqê piştî wê hemû hemleyên yek li pey yekê ku kirin ser sengerên Pêşmerge nekarî bi ser wan de zal bibe û ti pêşrewiyekê bi xwe ve bibîne, lewma bîr li plana din kir daku wê xeta berevaniyê bişkîne û ber bi Çame û Şêrwan Mezin pêşrewî bike, lewma di 31ê tebaxa 1963an wate roja piştî êrîşê du firoke li Geliyê Zerara derketin û çûn ser çiyayê Pîran serbaz daxistin û ketîbeya topxaneyê damezrandin ji wir ve topbarana sengerên Pêşmerge dikirin li Kolana Derî. Dûre firokeya şer bi ser sengerên Pêşmerge de geriya û gaza qedexekirî (tîzab) bi ser sengerên Pêşmerge de rijand ku bi wê sedemê 4 Pêşmerge şehîd bûn û 6ên din jî bi sextyî birîndar bûn, ji bilî wê jî bi sedema topbarana çir du Pêşmerge şehîd bûn û yekê din birîndar bû.

Piştî ku Artêşa Iraqê hemû nirxên exlaqî û mirovahiyê derbas kir di bikaranîna çekên qedexekirî (tîzab) di pênava zalbûn bi ser Pêşmerge de, herwiha westiyana Pêşmerge û nehevsengî di rûyê hêz û çekan de fermandeyê giştî yê mihwerê Luqman Barzanî ferman kir bi paşekşepêkirina hêza Pêşmerge di wê xeta berevaniyê de li hemû bereyên şer bo gundê Xalonê û pirê Çame û berê Şêrwan Mezin. 

Di 17ê Îlonê ya 1963an de, Artêşa Iraqê careke din bi fermandariya Lîwa Rukn Îbrahîm Feysel Ensarî, fermandarê Firqeya duyan, û Eqîd Seîd Hemo, fermandarê lîwayê, êrîşên xwe yên li ser çeperên Pêşmerge zêde kirin, bi beşdariya gelek cerdevanan (caş) û bi piştgiriya tank, top, wesayîtên zirxî û her cure çekên giran û sivik. Luqman Barzanî, fermandarê giştî yê hêza Pêşmerge, xetek din a berevaniyê bi vî awayî rêxistin kir: Qola Hacî Bêroxî li newala gundê Xalonê, qola Ehmed Mistefa Kanîelincî li berka Biraymoke nêzîkî Mûsa Mexreb, qola Mistefa Nêrweyî li Kolana Çêlan û Hemîdefendî li nêzîkî benên Feq Pîr, herwiha qola Selîm Çêyî û Eref Yasîn Doskî li newala Horê.

Artêş û çekdarên kirêgirtî (caş) ji çemê Rukoçkê yê Çamê derbas bûn û êrîşa xwe ji bo navenda çeperên xeta berevaniya Pêşmerge dest pê kirin, gava gihîştin gundê Xalonê tavilê ew şewitandin. Hêzeke artêş û caşan rasterast ber bi qola Ehmed Mistefa Kanîelincî ve çûn û bi Pêşmergeyan re tevlîhev bûn û şerê dest bi dest û milmilanê çêbû. Dema ku qolên din ên Pêşmerge rewşê bi vî awayî dîtin, hêzeke Pêşmerge bi hawara vê qolê ve çûn, ev jî bû sedema gihandina ziyaneke mezin bi hêza êrîşkar, bi taybetî kuştina hejmareke zêde ya caşan. Piştî ku artêş û hêza çekdarên kirêgirtî (caş) gihîştin pîçên Şêrwan Mezin, Luqman Barzanî ku bi xwe li gundê Zergetê bû, ferman da fermandarên Pêşmerge ku Kolana Çêlan qayîm bikin û hêzeke din jî li pişt Şêrwan û Qelatê hilkişin û çeperan li hember pêşveçûnên artêş û caşan bigirin.

Di vê êrîşa Artêşa Iraqê de bi fermandariya Lîwa Rukn Îbrahîm Feysel Ensarî ligel fermandarê lîwaya 5 Eqîd Seîd Hemo, ziyaneke mezin gihîşt wan ku fewcekî temam hat tinekirin û nêzîkî termê 120 kuştiyan li meydana şer de hiştin, ku ew qas mabû fermandarê firqeyê Ensarî bi xwe bikeve destê Pêşmergeyan. Hemû ew serbazên ku diketin destê Pêşmerge jî dihatin azadkirin, yanê rê didan wan ku birevin û vegerin binkeyên xwe.

Piştî vî şerî barûdoxê Artêşa Iraqê heta radeyeke zêde têk çû, lewma Ensarî bi broşûrekê Tahir Yehya, Serokê Erkanê Artêşê, agahdar kir û pêşniyara çareseriya aştiyane û gotûbêjê kir. Serokê Erkanê jî bersiv da ku ti astengiya wan nîne ku têkiliyê bi Şêx Ehmed Barzanî, şêxê Barzan re deynin. Ew bû ku Ensarî di 22ê Îlonê ya 1963an de nameyek bi rêya Seîd Esed Şîtneyî gihand Şêx Ehmed û tê de daxwaz jê kir ku şandekê bişîne cem wî û bo parêzgeha Hewlêrê ji bo gotûbêj û rêkeftinê. Şêx Ehmed jî piştî şêwirînê ligel Mistefa Barzanî rêberê şoreşê, biryar dan ku bi nameyekê bersiva Ensarî bidin. 

Şêx Ehmed Barzanî di bersiva nameya Ensarî de nameyek û şandeke sê kesî ji Şêx Silêmanê birazayê xwe û du kurên wî Mihemed Xalid û Nezîr şand û gotûbêj di navbera wan de dest pê kir. Daxwaza hikûmetê ew bû ku divê Barzaniyan çek deynin, lê daxwaza Şêx Ehmed ew bû ku artêş û caş ji Barzan derkevin derwe. Dûre li ser wê rêkeftin ku Barzanî li ser daxwaza Şêx Ehmed di 10ê Çiriya Pêşîn a 1963an de devera Barzan bicîh hişt û hat bo Soran û navçeya Balekayetî, şer û êrîşkarî li devera Barzan dawî lê hat û aştî û aramî bi ser navçeyê de hat.

Çavkanî:

1. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çap: yekem 2004.

2. Hojîn Mesûd Sernî: Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

3. Hacî Mîrxan Dolemerî: Geran bi dû dadperweriyê de, berga yekem, çapa duyem, çapxaneya Esra, Tehran, 2021.

4. Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî, berga yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.

5. Hawkar Kerîm Heme Şerîf: Şoreşa Eylûlê 1961-1970, çapa yekem- çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012.

6. Welî Zubêr Hostan: Çend bûyer û serpêhatî di şoreş û raperînên Barzan de, çap: yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2017.

7. Karwan Cewher Mihemed: Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwaziya Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

8. Mamxan Şêrwanî: Barzan û reçeleqa Barzaniyan, çapa duyem Stokholm, 1995.

9. Haşim Şêrwanî: Devera Barzan, erdnîgarî- dîrok-çand, çapa yekem çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr, 2008.