Di payîza sala 1969an de aliyê teraziya hêz û serkeftinê ber bi Şoreşa Eylûlê ve bû, di encama şikestên yek li pey hev ên hêzên ser bi hikûmetê di artêş û hêza mugawîr û çekdarên kirêgirtî (caş) de, di wan hemleyên leşkerî de ku herêmên şoreşê bi berfirehî dorpêç kiribûn bi piştgiriya tank, top, balafir û çekên pêşketî. Vê yekê kir ku serkirdatiya şoreşê planeke hûr û kamil amade bike ji bo êrîşkirina li ser bereya Merge û derxistina artêş û çekdarên kirêgirtî ji wê herêmê ku du fewc û du qatê wê jî çekdarên caş tê de bûn.
Beşdarên vê êrîşa Pêşmerge ku ji aliyê serkirdatiya şoreşê ve hatibûn raspardin, pêk dihatin ji beşek ji Hêza Rizgarî û beşek ji Hêza Kawe û çend yekîneyên din ji Hêza Helgurd, bi serperiştiya fermandeyan Faxir Mêrgesorî û Hisoyê Mîrxanê Zaxokî û Reîs Ebdullah, herwiha fermandeyên meydanî yên şer jî pêk dihatin ji Ezedîn Qerehemêd, Mam Weso Dizeyî, Eref Derwêş û Feqê Hemede Mîn.
6ê Mijdara 1969an dîroka destpêkirina êrîşê bû, Pêşmerge wekî ku plan jê re hatibû danîn di dem û cihê diyarkirî de hemleya êrîşê da destpêkirin, ji saeta yekem ve gav bi gav di pêşveçûnê de bûn, Mesûd Barzanî di pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd de di behsa vê destana Pêşmerge de dibêje: "Beşa peywendî ya parastinê nûçe dan min ku aloziyê û şirazeya têkçûyî rêzên dijmin dorpêç kiriye, parçeyên artêşê ji fermandeyên xwe derketine û serî hildane û reviyane, baregeha her du fewcan jî çûne cem serhildêran û fermandeyê seriyekê jî hatiye kuştin, herwiha moralê caşan jî rûxiya ye û dijmin li lûtkeyeke çiyayê Asosê pê ve tiştekî din di dest de nemaye, her gava ku ew lûtke jî hat girtin êdî serkeftin bi temamî tê bidestxistin û dijmin Merge bi temamî diterikîne."
Piştî saetekê ew lûtke jî ji aliyê hêza Pêşmerge ve hat girtin û hêzên hikûmetê ber bi Sersiyan ve reviyan, hemleya Pêşmerge li wê herêmê sê rojan dom kir, di heyama wan sê rojan de tevahiya herêmê ket destê hêza Pêşmerge, di encama wê hemleya Pêşmerge de hêzên hikûmetê ziyanên canî û madî yên mezin dîtin ku pêk dihatin ji zêdetirî 230 kuştiyan, di nav wan de serokçekdarekî kirêgirtî (caş) hebû bi navê Elî Abas Axa, herwiha miqdarekî zêde yê çek û teqemenî û fîşek û kelûpelên şer û xwarinê ketin destê Pêşmerge.
Serkeftina Pêşmerge di Destana Merge de çend encamên xwe hebûn:
1- Beşek ji niştecihên herêmê ku hinek ji axayên Mîrawdilyan tê de bûn ji ber ronahiya serkeftinên pêşîn ên artêşê niyeta wan hebû biçin cem hikûmetê, lê serkeftina vê carê ya Pêşmerge û ew şikesta ku hêzên hikûmetê tûşî bûn, nêrîna wan guhert û ji helwesta xwe poşman bûn, tenê komeke wan a biçûk nebe.
2- Hejmareke zêde ya hêzên koma ser bi Mekteba Siyasî ya kevn di nêrîn û helwesta xwe de çûn û ji koma xwe vegeriyan û peywendî bi şoreşê re danîn.
3- Hêzên Artêşa Iraqê ji rewşa hemle û êrîşkirinê çûn rewşa berevaniyê, bi vê jî nesekinîn, belkî fikirîn ku di siyaseta xwe ya şerxwaz de vegerin û dev ji hewldanên xwe yên leşkerî yên tepeserkirinê berdin û li rêyên çareseriya aştiyane û gotûbêjê bigerin li hemberî şoreşa Kurd, ji ber ku ew tişta ku plan jê re danîbûn bi rêya leşkerkêşiya leşkerî ji wan re nehatibû bidestxistin.
Êdî Beasiyan gihîştin wê baweriyê ku di şiyanên wan de nîne şoreşa Kurd têk bibin, ev yek di gotineke Herdan Tikrîtî, Wazîrê wê demê yê berevaniya Îraqê de derdikeve ku dibêje: "Di rastiyê de Kurdan di heyama nîv sedsala temam de bi ragirtina xwe ya qehremanane karîn heta wê radeyê hikûmetê bi çokan de bînin, ku êdî em gihîştibûn wê astê ku eger şer berdewam bûya em ditirsiyan ku Bexda jî bikeve destê Barzanî", herwiha dibêje: "Rêjeya qurbaniyên Artêşa Iraqê di heyama yek mehê de berî Peymana 11ê Adara 1970yî di her hefteyekê de 362 kuştî û birîndarên wan hebûn", lewma hikûmeta navendî xwe negirt û daxwaza agirbest û gotûbêjê ji serkirdatiya şoreşê kir, di encamê de Peymana 11ê Adara 1970yî jê derket.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem, Hewlêr - 2004.
2- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok - 1999.
3- Sengêr Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr - 2022.
4- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Hemêd Sûrçî, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr - 2023.
5- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û rola siyasî û leşkerî di tevgera rizgariya Kurd de, Çapxaneya Hêvî, Hewlêr - 2019.





