Şehîd Ebdullah Ehmed Awrehman, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bû, di dema têkoşîna xwe ya di refên Pêşmerge de carekê birîndar bû, di sala 1979an de di dema pevçûnên ligel Artêşa Iraqê li herêma Helebceyê ligel hejmarek ji hevalên xwe yên Pêşmerge hat girtin û piştî sê mehan ji girtîgehê, hatin darvekirin û Şehîd bûne, ew yek ji Şehîdên gorên wan nediyar e.
Şehîd Ebdullah Ehmed Awrehman di sala 1952an de li gundê Serşate yê başûrê herêma Tagozî ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundî bû û karê çandiniyê dikir.
Di sala 1976an de tevlî Hêzên Pêşmerge bûye li cem Qadir Heme Salih Tagozî ku di Şoreşa Eylûlê de fermandeyê seriyê çarem ê fujê şeşem (Bemû) yê ser bi Hêzên Xebat ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, di sala 1978an de di şerê Banî Bûlan de ligel hêzên Artêşa Iraqê di encama birîndarbûna bi guleyekê de lingê wî şikest.
Di sala 1979an de ligel hevalên xwe yên Pêşmerge li hember hêzeke Artêş û cehşên rejîma Iraqê li gundê Kanî Jinan ê herêma Tagozî berevanî kir, piştî pevçûnên ligel hêza navborî Ebdullah Ehmed û hevalê wî (Heme Reşîd Mihemed) hatin girtin, ew birin girtîgeha bajarê Mûsilê, piştî sê mehan ji girtîgehê, hatin darvekirin û ew û hevalê wî yê Pêşmerge Şehîd bûne, û Şehîd Ebdullah Ehmed wekî yek ji Şehîdên gorên wan nediyar tê hesibandin.
Çavkanî:Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


