Ebûbekir Mehmûd Hemeşerîf, sala 1943an li gundê Banî Binokê li binariya çiyayê Surên ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û heta qonaxa seretayî xwendiye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Merîwanê niştecî bûye, zewicî bûye û hevjîna wî bi navê Kafiye Mihemed bûye û hevsengera wî li çiyayan Pêşmerge bûye û piştî Şehîdbûna Ebûbekir zêdetir beşdarî çalakiyan bûye û di 20ê çiriya pêşîna 1986an de Kafiye û desteyek hevsengerên xwe bo çalakiyên partîzanî xwestine biçin Seyîdsadiq, lê li Dereyê Surê Ehmed Awa ketine kemîna serbazên rejîma Beis û Kafiye û hevsengerek bi navê Mihemed Ferec Şehîd bûne û Enwerê Hacî Osman bi dijwarî birîndar bûye, xwediyê çar kur û yek keç bûye bi navên Fazil, Qadir, Şaxewan, Dilşad ku di awareyê welatê Îranê koça dawî kir û keça wî Çinûr.
Sala 1969an bûye Pêşmergeyê lîjneya navçeyê ya Derbendîxanê ya lîqa çaran Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Mela Umerê Banî Binokê yê birayê wî berpirsiyarê navçeyê bûye, sala 1974an di Şoreşa Eylûlê de beşdarî çendîn şeran bûye, di nav wan de şerê Sertîz, şerê Derbendîxanê, şerê çiyayê Zimnakoyê kiriye, sala 1974an pileya cîgirê serleqê 4ê batalyona Bemoyê ser bi hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye, ku di wê demê de Ehmed Çeqjî serleqê wî bûye û Hemesûr Hisên fermandeyê batalyona wî bûye.
Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê hevsengera malbata xwe dest ji çek bernedaye û li ser sînor berdewamî bi xebata Kurdayetiyê dane, di Şoreşa Gulanê de beşdarî çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûr, çalakiyên partîzanî yên nav bajarê Silêmaniyê, şerê Şarbajêr, şerê gundê Kolîte, şerê gundê Qaynîceya Şarezûr, şerên Helebce û komek dastan û neberdiyên din bûye.
Sala 1979an ligel desteyek hevsengerên xwe çûne nav bajarê Silêmaniyê bo çalakiyeke girîng a partîzanî, piştî encamdana çalakiyê û vegeriyana wan li nêzîkî gundê Qewîleyê ya deşta Şarezûr ketine kemîna hejmareke zêde ya serbaz û caşên rejîma Beis, di encamê de çend hevsengerên wî Şehîd bûne û Ebûbekir Mehmûd Hemeşerîf û Osman Banîşarî bi dijwarî birîndar bûne û bi birîndarî xwe derbas kirine.
Sala 1979an pileya fermandeyê batalyona hêza Surên a Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye, sala 1980an pileya endamê lîjneya navçeyê ya Derbendîxanê ser bi lîqa çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye.
Sala 1981ê hêzeke zêde ya serbaz û caşên rejîma Beis êrîşeke berfireh kirine ser sengerên Pêşmerge li ser sînorê Îranê û Kanî Xeyaran û Dolênaw, di encama rûbirûbûnê de Ebûbekir Mehmûd bi dijwarî birîndar bûye, lê sengerê wî nehatiye dagirkirin û hêza Beis vekişiyaye, dûre firokeyên rejîmê bi çekên 60 tîrî bordûmana sengerê wî kirine û Ebûbekir Mehmûd Hemeşerîf bi birîndarî çend fîşekên 60 tîrî lê ketine û Şehîd bûye, dûre hevsengerên wî termê wî veguhastine bajarê Merîwanê yê welatê Îranê û li goristana Dasîwanê li tenişta gora Dilşadê kurê xwe spartine axê.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




