Jînenîgarî

Elî Cangîr Cadir, sala 1913an li gundê Mêroz nahiyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.

Xebatname

22ê gulana 1947an yaweriya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma Elî Cangîr Cadir di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Elî Cangîr Cadir di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Çavkanî:

1- Hamîd Cewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêr, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewret 14 Temûz 1958 fî el-Îraq, (Bexdad- Dar el-Reşîd lîl-neşr- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931- 1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.