Jînenîgarî

Şehîdê fermandey Elî Halo Elî Mihemed yê berniyas Elî Halo ،li sala 1920ê li gundê Buselê ser bi navçeya Derkarê ya devera Sindî ser bi qeymeqamtiya Zaxo hatiye dinyayê, di temenê heft saliyê de Elî Halo xwendina Qurana pîroz li mizgefta gundê xwe bi dawî aniye.

Xebatname

Her li destpêka peydabûna rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li devera Zaxo Elî Halo peywendiyê bi rêxistinên partî ve dike û dibe endamekî kara li deverê, piştî vegeriyana Barzanîyê nemir li Yekîtiya Sovyetê di rêza artêşa Îraqê tê der bi pileya mîlazimê yekê, li sala 1958 dema vegeriyana Barzanî li Yekîtiya Sovyeta pêşû Elî Halo bi serokatiya şandekî diçin Bexda bo pêşwaziya cenabê nemir  Mistefa Barzanî, li sala 1961 destpêka Şoreşa Eylûlêa mezin Elî Halo ligel hejmareka Pêşmergeyên qehreman li kes û karên xwe xelkê devera xwe peywendiyê bi rêzên şoreşê ve dike û dibe Pêşmerge û dewrekî mezin digêre û di piraniya dastananda beşdariyê dike. Her li sala 1961 Elî Halo yek ji wan fermandeyan bûye ku beşdarî di rizgarkirina bajarê Zaxo de kiriye, her hingê jî dibe endamê civata navxwe ya şoreşê, li payîza sala 1961 dema Barzanî diçite devera Badînan Elî Halo ligel Pêşmerge û hevsengerên xwe diçite pêşwaziya cenabê Barzanî, dema Barzanî Elî Halo dibînit ku kesekî jêhatî û xwendewan û mêrxas e pileya serqolê şoreşê pê tê bexşîn.

Sala 1962 Elî Halo dibe fermandeyê batalyona yek li hêza Zaxo, dewrekî bilind digêre ligel Pêşmergeyên xwe da çendîn dastanên mezin tomar dikin ji wan dastanên Geliyê Zaxo, dastana Eyn Zale, dastana Batîfa, dastana Çiyayê Spî, dastana Kemeka û Mangêşkê, dastana Megfera Bêşabîrê û çendîn dastanên din, sala 1963 Elî Halo yek ji wan fermandeyan bûye ku beşdarî di dastana Çiyayê Metînî de kiriye û serkeftineka mezin di berjewendiya şoreşê de tomar kiriye, di temenê xwe yê şoreşgêriyê de Elî Halo li Zaxo ta deşta Hewlêr û Silêmaniyê jî rolekî berçav digêre û du caran jî bi giranî birîndar dibe, sala 1964 hikûmeta wê demê hewla terorkirina Elî Halo didin di rêka bûriya supê dara narincokekê davêjine mala wî da di encamda hevjîna wî û kurekî wî ku temenê wî 10 sal bûn şehîd bin û Elî Halo jî bi sextyî birîndar dibe û çavekî xwe ji dest dide û zarokên wî jî birîndar dibin.

Li sala 1966 ji ber şarezayî û lêhatiya wî di warên serbazî û kargêrî û civakî Elî Halo dibe endamê serkirdatiya şoreşê, li 23ê îlonê 1968 li ser rêka di navbera Batîfa û Zaxo di kiryareka nediyara hatin û çûnê da Elî Halo giyanê xwe ji dest dide û şehîd dibe.

Çavkanî:

- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.