Fuad Husên di sala 1966an de peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kiriye. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê, diçe Holandayê û li wir peywendî bi rêzên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê dike û hewdem dibe sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li derveyî Kurdistanê, heta sala 1984an di rêzên wî partî de dimîne.

Piştî rûxandina rejîma Beis li Îraqê sala 2003an ji aliyê hêza hevalbendan, wekî serperiştiyê perwerdeyî li wezareta perwerdeya Îraqê dest bi kar bûye û karê pêşîniyê bi gerxistina sîstema perwerde û xwendinê û guhertina bernameya xwendinê bû, di dema 14ê hezîrana 2005an heta 1ê çiriya paşîn a 2018an, di serdema serokatiya serok Mesûd Barzanî, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê bûye, 23ê îlona 2018an kandîdê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye bo wergirtina pileya serokkomarê Îraqê, 24ê çiriya pêşîn a 2018an bo navînê 2020an, bûye wazîrê darayî yê Îraqê di kabîneya serokwezîr Adil Ebdulmehdî. Piştî hilweşandina kabîneya Ebdulmehdî, di kabîneya Mistefa Kazimî de hat kirin wazîrê derve, dawiya kanûna duyem a 2023an li ser pişka Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi baweriya parlamentoya Îraqê, di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî wekî cîgirê serokwezîr û wazîrê derve yê Îraqê dest bi kar e.

Di 6ê çiriya paşîn a sala 2022an li Kongreya çardehê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Dihokê ji aliyê endamên kongreyê ve wekî endamê komîteya navendî hat hilbijartin. Di yekem civîna mekteba siyasî de wekî endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin, şarezayê zimanên kurdî, erebî, farisî, îngilîzî û holendî ye.

Çavkanî:

1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.