Halî Mihemed Xelanî, sala 1927 li gundê Xelan ser bi nahiyeya Meznê li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, Mihemed Xelanî yê bavê wî tevlî rêzên şoreşa yekem a Barzan bûye û sala 1932 şehîd bûye. Navbirî li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya xwe di warê çandiniyê de li zanîngeha Taşkentê wergirtiye, sala 1959 wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Bekrecoyê hatiye damezrandin.
XebatnameSala 1945 tevlî rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye û di şerên vê şoreşê de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Di 5ê îlonê 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morîkî bûye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komarê kiriye. Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê kiriye li navçeya Seqizê.
Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 13 li ser 14ê adara 1947an de beşdarî şerê Gûcarê bûye û di vî şerî de birîndar bûye, piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, Ceneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di warê xurek û cilûberg û hatûçûyê de wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Ceneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Berî hilgirsa Şoreşa Eylûlê, pasewanê taybetî yê Barzanî yê nemir bûye li Bexdayê, sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û fermandeyê batalyonê bûye, sala 1962an bi fermana Barzanî yê nemir wek hêza palpişt diçe şikefta Şermnê li cem Hiso Mîrxan û di havîna heman salê de li geliyê Zaxo dest digirin bi ser çend topan de û beşdarî şerê qelaya Rayetê bûye. Sala 1963an berpirsê bereya şerê serê Pîrsê bûye, di 25ê tîrmehê de beşdarî di girtina yek ji serokên Surçî bi navê Şêx Tewfîq li gundê Sosnava bûye, heman salê di şerê Şûş û Şermn û derbendê Gome-span beşdar bûye. Di tîrmeha 1965an de bi fermana Barzanî yê nemir hatiye şandin bo welatê Îranê bo dîtina xula topxaneyê ku dema yek mehê xeyandiye, sala 1974an beşdarî şerê çiyayê Gurezeyê bûye û resedê topçî bûye, di heman salê de berpirsê giştî yê topxaneya hêza Balek bûye, beşdarî şerê Dola Alanê li navçeya Xelîfan bûye, di şerên sala 1974an de bi sextyî birîndar bûye û bo çareseriyê hatiye şandin bo derveyê welat.
Sala 1975 piştî şikestina Şoreşa Îlonê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û li Neqede bi cih dibe û paşê digel Mela Mistefa Barzanî çûye Kerec, di 4ê çiriya paşîn a sala 1979an de beşdarî kongreya nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1979an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye.
Sala 1980an digel Îdrîs Barzanî û Mihemed Xalid Barzanî vegeriyaye Kurdistanê û serdana rêxistina Bradostê kiriye, sala 1987an beşdarî kemîna Mêrgesorê bûye û sala 1988an jî beşdarî destana Xwakurkê bûye û berpirsê leşkerî yê rêxistina Bradostê bûye.
Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî di destana Korê de kiriye, di 12ê adara 1992an de û piştî raperîna xelkê Kurdistanê, li bajarokê Diyana beşdarî raperînê bûye. Sala 1993an hatiye kirin berpirsê lijneya civakî ya navçeya Dolemerî, di 16ê tebaxa 1993an de di kongreya yazdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa duyem a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê û raperînê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn, di 18ê tîrmeha 1995an de li Rewandiz şehîd bûye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hamid Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
- Raîd Xidir Ebdullah Debax, Bîranînên min û topxaneya Şoreşa Îlona mezin-Kurdistana Îraqê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 2003z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991an de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Ebdullah Ehmed Resûl Pşederî, Paşgoya bîranînên min di Şoreşa Îlonê de, berga duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Şehîd Azad Hewramî - 2007).
- Senger û Pêşmerge, Hali Dolemerî vekişîn baştir e ne ku em bi ziyaneke mezin bi ser bikevin, Kovara Senger û Pêşmerge, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hewlêr, 13ê îlona 2018z.
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, înî, 15ê nîsana 1959an.
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj digel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Wesfî Hesen, Ji destanên herî girîng ên şoreşa Îlona mezin li Akrê destana Şûş û Şermen li havîna sala 1963an, Kovara Sîpe, hejmar 39, Dihok, îlona 2012z.
- Yûsif Sebrî û Dilovan Mistefa, Bo azadiya welatî, beşa yekê, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012z).





