Şehîd Hemed Îsmail Murad, di sala 1949an de li gundê Serdrê ya Dola Xanqayê, girêdayî qezaya Riwandizê ya parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bû. Gundî bû û bi karê cotkariyê mijûl bû, nexwende bû û zewaca xwe pêk neanîbû.
Di sala 1966an de tevlî hêzên Pêşmerge dibe û di tabûra 4an a hêza Balekê de dibe Pêşmerge. Li şerê Henderîn û Korekê û devera Riwandizê beşdar bûye. Di sala 1975an de li gundê Serdrê ya Dola Xanqayê, di encama bombebarana balafirên rejîma Iraqê de, şehîd dibe.
Çavkanî:1. Arşîva beşa Ensklopediyayê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




