Sala 1980ê di temenê neh saliyê de ligel dayik û bav û birayên xwe bi destê rejîma Beis tê girtin. Li gorî dijwariya rewşa deverê ligel xebatê li xwendina xwe berdewam bûye, dîploma bi kargêrî, bekaloryos bi kargêriya kar, master bi kargêriya kar li Zanîngeha Dihokê, doktoraya bi felsefeyê di kargêriya kar de jî her li Zanîngeha Dihokê wergirtine.

Sala 1985ê çûye nava rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de li sînorê Lqa Yek – Lijneya Navçeya Amêdiyê, rêxistina Peyman, sala 1987ê berpirsyariya şana hevrêst wergirtiye, sala 1988ê û di operasyona leşkerî ya dijminê Beisî bi navê Enfalê û qonaxa dawiyê, ku bi qonaxa heştê ya Enfalên reş tê naskirin, mala wan ber bi Tirkiyeyê diçin û awareyî Bakurê Kurdistanê bûne û li kampa Mêrdînê akincî dibin, heta serhildana 1991ê. Sala 1991ê piştî serhildanê û vegerê wî berpirsyariya rêxistina Warîn a ser bi Lijneya Zaxo wergirtiye. Sala 1992ê berpirsyariya rêxistina nivîsîngeha Derkar Ecem bûye. Di heman salê de li Lqa Yek beşdarî xûla kadiran bûye.

Li 21ê kanûna yekem a sala 1993ê berpirsyariya beşa leşkerî ya Lijneya Navçeya Dihokê wergirtiye û şerefa endametiya Lijneya Dihokê pê hatiye bexşîn.

Sala 1993 – 1999 berpirsyariya hêzên leşkerî yên ser bi Lijneya Navçeya Dihokê ve, berpirsê kertê Dihokê yê Zêrevanîya navxweyî, berpirsê rêxistina hêzên navxweyî li Dihokê wergirtine.

Li mabeyna salên 2001 – 2019 berpirsê hoba rêxistina Fermandeyiya Dihokê, cîgirê leşkerê 34, cîgirê artêşa 14, endametiya fermandeyiya Pêşmergeyê parastina Jîngehê, berpirsê rewşenbîrî û ragihandinê û paşê bûye cîgirê fermandeyiya Pêşmergeyê parastina Jîngehê.

Beşdarî kongreyên (11, 12, 13) yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, berpirsyariya lijneya amadekarî ya sînorê Lqa Helebce bûye.

Endametiya lijneya amadekarî ya Lqa 14 a Mûsilê bo kongreya çardehan a Partiyê bûye. Sernivîserê kovara Asoyê Jîngehê ye.

Niha li Wezareta Pêşmerge 

Lîwa doktor Hesen Eskerî niha li Wezareta Pêşmerge ye, wekî pişknerê giştî yê leşkerî berdewam e li ser xizmetê.

Jêder:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.