Şehîd Hesen Hemeşerîf, sala 1956an li gundê Amûreyê yê girêdayî nahiyeya Xurmalê ji dayik bû. Gundî bû û cotkarî dikir, heta qonaxa seretayî xwend.
Di sala 1978an de li mefreza Omer Xemgîn, fermandeyê mefreza partîzanî ya Deşta Şarezûrê, girêdayî Hêza Soranî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, bû Pêşmerge.
Di sala 1979an de Hesen Hemeşerîf û hevalekî wî bi navê Hesen Amûreyî, piştî vegera ji çalakiyeke partîzanî li Deşta Şarezûrê, li gundê Şîremêrê nêzîkî Xurmalê ketin kemîna caşên rejîma Beisê. Di encamê de Hesen Hemeşerîf şehîd bû û Hesen Amûreyî bi birîndarbûna xwe ji kemînê rizgar bû.
Çavkanî:1- Arşîva Dezgeha Ensîklopediya ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.




