Jînenîgarî

Hiso Feqê Ehmed, sala 1925 li gundê Babkê ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, sala 1952an li zanîngeha Taşqendê hatiye wergirtin, du caran jiyana hevjîniyê pêk aniye, ji jina yekem du keçên wî hebûn û piştre jiyana hevjîniyê ligel Natalya Sirkîyevna Radyon pêk aniye, sala 1959an bûye mamoste li zanîngeha Bexda, di 5ê çiriya paşîn a 1960î de hevalbendê Mistefa Barzanî bû bo Yekîtiya Sovyetê ku bo beşdarîkirina salvegera Şoreşa Cotmehê ku ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê ve hatibû rêkxistin, bi hewl û kûşişeke zêde Mistefa Barzanî li akademiyê bo xwendina doktorayê (nauk) hat wergirtin ku taybet bû bi fêrbûna akademî li warê civaknasî û rewşenbîriyê û berdewam bû li xwendinê û karî bawernameya doktorayê werbigire, piştî rêkeftinnameya 11ê adara 1970yî bûye mamoste li Zanîngeha Silêmaniyê li Qeladizê, sala 1976an wek fermanber li fermangeha perwerdeyê li bajarê Bexda hatiye damezrandin, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li Bexda hat windakirin.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa duyem a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedêr û di 12ê çiriya pêşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û piştre binkeya polîsên Kaniyêreşê bûye.

 Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfi ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 5ê îlona heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikê bûye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan, ligel malbata xwe rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê.

 Di 31ê adara 1946an de li hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî kiriye, di 29ê nîsana heman salê de beşdarî şerê Seqizê û di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê bûye. Ew ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan,  Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevalbendiya  Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî li meşqa serbazî berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Mistefa Barzanî bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewra navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana   Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) li madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Salên 1962 heta 1964 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1974an li gundê Zinoê Şêxî serperiştyarê xûla şeşem a perwerdekirina kadroyan û mamosteyê peywendiyên navdewletî bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê bi penaberî rû dike Şahnişîna Îranê û sala 1976an vegeriyaye Kurdistanê, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li Bexda hat windakirin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hevpeyvîna kovara Metîn, hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe vedigêre, beşa duduyan, kovara Metîn, lqa yekê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sisêyan, Dihok, çapxaneya Hawar, kanûna duduyan 1996z.
  3. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekê, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  4. Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekê, (Hewlêr - dezgeha çap û belavkirina Aras - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004z).
  5. Heyder Farûq el-Samerraî, Ziya Ce'fer û rola wî ya sîyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  6. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdîyayên Barzanîyan, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
  7. Sentera dîrasat û lêkolîn û akademîya Partî, Dîrokê xulên kadîranên Partî, ji çiyê ber bi bajêr, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2019z).
  8. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û dîrokî, çapa sisêyan, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  9. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duduyan, (Dihok - çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  10. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duduyan, (Hewlêr - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2002z).
  11. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 2001z).
  12. Umer Hemze Salih, Jînosaîd û tawankarîyên rejîma Be'is dijî Barzanîyan 1975-1991 di zimanê şayîdhal û belgeyên de, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2017z).
  13. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
  14. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşan, Hewlêr, çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959.
  15. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyet, çapa yekê (Hewlêr - çapxaneya rewşenbîrî - 1997z).
  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazîya Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
  17.