Şehîd Kakebra Ferîq Ehmed, bi navê Şehîd Eta tê nasîn, di sala 1969’an de li gundê Newê yê navçeya Xurmalê ji dayik bû. Ew gundî û bi heywandariyê mijûl bû.

\r\n\r\n

Di sala 1980’an de li Herêma Pêncem a Şarezûrê, di bin fermandeya Mela Fayaq Çûçanî de, bû Pêşmerge û beşdarî şerên Berkegeh, Qajer, Kanî Spîlke û Çiyayê Seyidsadiq û çalakiyên partîzanî bû. Di 15ê Adara 1981’an de di şerê Rezle û Parezanê de bi gullekê ket û şehîd bû; Şîrzad Wilesimtî û Xule Zerdoyî jî şehîd bûn û Mame Reşe bi giranî birîndar bû.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.