Qanûnnas û siyasetmedar Ebdulkerîm Sultan Ebdullah, yê bi (Kerîm Şingalî, Hesen, Hesen Şingalî) tê naskirin, di sala 1968an de tevlî refên partiyê bûye, di konfransa Berlînê ya sala 1976an de bûye endame Komîteya Navendî ya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1979an de li Rojhilatê Kurdistanê endamê komîteya amadekar a Kongreya Sêyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di Kongreya Yanzdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekbûyî ya sala 1993an de wekî endame Komîteya Navendî hatiye hilbijartin, di navbera (1993-1994) de posta rêveberê giştî yê Asayişê di hikûmeta Herêma Kurdistanê de girtiye, û di Kongreya Duwazdehêm a sala 1999an de wekî endame Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, di salên 2001, 2006, 2009, 2012, 2014an de di kabîneyên çarem, pêncem, şeşem, heftem û heştem ên hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî wezîrê navxwe hatiye tayînkirin, di Kongreya Sêzdahêm a sala 2010an de wekî endamê encûmena serkirdayetiyê û piştre wekî endamê polîtburoyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, piştî ragihandina kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî şêwirmendê serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye tayînkirin.
JînenîgarîEbdulkerîm Sultan Ebdullah di sala 1950yî de li bajarê Mûsilê ji dayik bûye, di sala 1971ê de bawernameya lîsansê di beşa qanûnê de ji kolêja qanûn û siyasetê - zanîngeha Bexdayê wergirtiye, di navbera (1971-1973) de li Bexdayê karê parêzeriyê kiriye, piştî karesata Şoreşa Eylûlê ya sala 1975an koçberî Îranê bûye û bûye endamê komîteya çavdêriya koçberên başûrê Kurdistanê li Îranê, di sala 1976an de wekî koçber berê xwe daye Ewropayê.
Di salên 2001, 2006, 2009, 2012, 2014an de di kabîneyên çarem, pêncem, şeşem, heftem û heştem ên hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî wezîrê navxwe hatiye tayînkirin, piştî ragihandina kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî şêwirmendê serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye tayînkirin. Zimanên (kurdî, erebî, farisî û îngilîzî) dizane.
Rûpelên têkoşînêEbdulkerîm Sultan Ebdullah di sala 1967an de bi refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ve hatiye girêdan, di sala 1968an de tevlî Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, û di sala 1969an de endamê komîteya herêmî ya Bexdayê ya ser bi komîteya şaxê pêncem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, û di adara sala 1973an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bûye.
Ji aliyê Mesûd Barzanî ve hatiye erkdarkirin bo encamdana amadekariyan bo Şoreşa Gulanê, û di dawiya heman mehê de ligel çar kesên din hatiye vexwendin bo beşdarbûnê di yekem civîna serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li derveyî nahyeya Nêsde ya Rojhilatê Kurdistanê bo berdewamkirina berevanî û xweragirtinê.
Di sala 1975an de karî ligel hevalê xwe parêzer Cewher Namiq Salim (1946-2011) bi dizî bigihîje bakurê Kurdistanê û ji wir jî bo başûrê Kurdistanê piştî ku ji aliyê mîkî ya Savak a Îranê (Sazmanê Îtilaat û Emniyetê Kişwer) ve hatibû eşkerekirin.
Di sala 1976an de bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, û di heman salê de tevlî refên hêzên Pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li başûrê Kurdistanê bi rêya bakurê Kurdistanê û bi hevkariya kurdên li bakur û nemaze Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Tirkiye bûye.
Di refên hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê de bi navê dizî (Hesen û Hesen Şingalî) beşdar bûye û wekî cîgirê berpirsiyarê herêma yekem a serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye tayînkirin, di sala 1978an de di şerê Hekarî de li dijî hêzên êrîşkar ên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê beşdar bûye.
Di sala 1979an de refên partiyê hiştiye, û di sala 1981ê de careke din tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Di sala 1990î de piştî vegera xwe bo refên partiyê wekî endamê komîteya rêxistinên navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye tayînkirin, di sala 1991ê de bo ofîsa serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye veguhestin.
Di adara sala 1992an de ji aliyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve wekî endamê komîteya bilind a hilbijartinên Encûmena Nîştimaniya Kurdistanê ji aliyê Bereya Kurdistanî ve hatiye tayînkirin.
Di Kongreya Yanzdehêm (1993) û di Kongreya Duwazdehêm (1999) a Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekbûyî de wekî endame Komîteya Navendî hatiye hilbijartin, di navbera 1993-1994an de posta rêveberê giştî yê Asayişê di hikûmeta Herêma Kurdistanê de girtiye, di Kongreya Sêzdahêm a sala 2010an de wekî endamê encûmena serkirdayetiyê û di yekem civîna encûmena serkirdayetiyê de wekî endamê polîtburoyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq (di stasyonên sereke de) 1946 - 1993, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
Şeban Elî Şeban, Hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).


