Sedemên lidarxistina konferansê

Li gorî wê dabeşkirina ku ji bo qonaxên karê rêkxistawî (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê) hatiye kirin, sala 1964an ji bilî wê ku wekî ji nû ve destpêkirina qonaxa karê veşartî yê rêkxistawê tê hejmartin ku di sala 1961ê de dest pê dike, rêkxistaw ji wê salê heta sala 1970yî, tûşî barûdoxeke nexweştir dibe ku bi qonaxa trazandinê tê navkirin, di vê qonaxê de du arasteyên rêkxistawê bi heman navê (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê) ve li navendên xwendinê hewl didan xwendekaran bikişînin nava rêzên xwe, di vê pêxemê de di rikaberiyeke ne tendurist de bûn1.

Berî ku em behsa her wîstgeheke karê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bikin, divê em çavekî li barûdoxê Partiya Dêmokrata Kurdistanê di wê qonaxê de binihêrin, ji bo ku bûyerên nava rêkxistawê ji bo me zelaltir bibin, bi taybetî ku rêkxistawa Yekîtiya Xwendekaran yek ji organ û stûnên herî girîng û bandorker ên partiyê bûye û bûyerên navxweyî û derveyî yên partiyê rengvedan û bandora rasterast li ser rêkxistawê hebûye.

Piştî rêkeftina 10ê sibata 1964an a şoreşê ligel hikûmetê, di mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ku mebesta wan cuda kirina Silêmaniyê bû ji partiyê û şoreşê wekî derbirîna nerazîbûnê li hember rêkeftinnameyê, ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê veqetiyan û di edebiyatên dîroka hevçerx a Kurd de navê (Celalî)yan li wan hat kirin2.

Hewlên vê veqetandinê eger çi ji bo dawiya sala 1963an vedigerin, lê sala 1964an û piştî meha sibatê bi eşkere bi rûxarê partiyê ve derket. Kongreya çarem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê rengvedana eşkere ya vê lêktrazandina partiyê ye, bi wê pîvanê ku ev koma mekteba siyasî bi banghêşt nekirina endamên Badînanê yên rêkxistawê, hewl dan sekteriyetekê ji xwe re ji bo rêkxistawê damezrînin, ew bû ku piraniya endamên sekteriyeta Yekîtiya Xwendekaran li navçeya Silêmaniyê hatin hilbijartin3.

Ev sekteriyet di rêkeftina 8ê hezîrana 1964an de bi navnîşana (Helwesta me li hember Mela Mistefa Barzanî û partiyê), beyannameyek li dijî serok Mistefa Barzanî û Partiya Dêmokrata Kurdistanê belav kirin4. Ev beyanname di rêkeftina 19ê tebaxa 1964an de ji aliyê lîjneya amadekar a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Silêmaniyê hat bersivandin ku piştgiriya xwe ji bo serok Mistefa Barzanî û şoreşê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê dûpat kiribûn5.

Rêveçûn û biryarên konferansê

Bi wê pîvanê ku koma veqetiyayî ya mekteba siyasî kêmîneya partiyê pêk dianîn, serkirdatiya wan jî di Yekîtiya Xwendekaran de ku bi temamî xwe di berjewendiya komê de yekalî kiribûn, şiyan û desthilata birêvebirin û rapêrandina karûbarên rêkxistawê nebûn, lewra biryar hat dayîn di zûtirîn dem de konferansa rêkxistawê bê encamdan6.

Di encama nerazîbûna bingehên rêkxistina Ye‌kîtiya Xwendekarên Kurdistanê li‌ e‌daya takrewane‌ya sekteriya‌ta kongre‌ya çarem û pe‌rawêzxistina xwendekarên de‌ve‌ra Badînanê li‌ kongre‌ya çare‌m, bi‌taybe‌tî ku se‌ rkirdati‌ya‌te‌ke‌ nûne‌raya‌beşeke parêzgeha Silêmaniyê de‌kird ne‌ku he‌mû Kurdistanê. Lewra di‌ se‌re‌ta meha tebaxa sala 1964an, şe‌ş meh piştî li‌darxistina kongre‌ya çare‌m, nûne‌rên xwendekaran bi‌ şêwe‌ye‌ke‌ eşkere û li‌ navçe‌yên azadkirî‌ yên parêzgeha Silêmaniyê li‌gundê Kanî Masî, konferansa duwe‌ma xwe li‌ dar xe‌st. Di‌konferanse‌de de‌yê‌yekî nû bo ser‌kirdaye‌tiyê‌hilbijartin, heta rêya xweş bi‌kin bo be‌stina Kongre‌ya pênce‌m.

Desteya nû ya sekreteriyetê ku di heman demê de lîjneya amadekarî jî bû, bi vî awayî hatin hilbijartin:

1- Be‌kir Husên- Rêxistina Silêmaniyê

2- Celal Heme Elî- Rêxistina Silêmaniyê

3- E‌dnan Hacî Mûsa- Rêxistina Be‌ẍda

4- Hewêz Dizeyî. Rêxistina Be‌ẍda

5- E‌bdulwe‌hab Tal‌banî-‌ Rêxistina Kerkûkê

6- Ce‌wad Mihe‌me‌d Şêrwanî-‌ Rêxistina He‌wlêr

7- E‌bdulke‌rîm Fendî-‌ Rêxistina Dihokê7.

Be‌me‌ş gişt rêxistine‌kan, be‌ pêçe‌wana‌ya se‌rkirdaye‌tiya Kongre‌ya çware‌m nûne‌ryan le‌m se‌rkirdaye‌tiyê‌da he‌bû‌.

Çavkanî û pêrawez

1- Macid Hesen Elî, El-Herke El-Tullabiyye El-Kurdiyye fî El-Îraq (1926-1970), resala macîster/camîet El-Selahdîn fî Erbîl 2008, minşûrat Spîrêz, (Hewlêr- metbeet Hacî Haşim), s s 51,46.

2- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-çapxaneya Rojhilat-2012), l 43; De‌ste‌ya ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Mêjû Partiya Dêmokrata Kurdistanê Kongre‌ Konferans (program û pe‌rew‌î naxwe), be‌rgî ye‌ke‌m, çapa ye‌ke‌m, (He‌wlêr- çapxane‌y Rojhi‌lat- 2021), r. 178.

3- Erfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r. r. 43-44.

4- Şazîn Hêriş, Rêkxistawên demokratîk û pîşeyî di çendîn belgeyên dîrokî de 1958 - 1968, çapa duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Raz - 2001z), r. 75, 73.

5- Heman çavkanî, r. r. 81-82.

6- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê çend aliyên têkoşîn û dîrokê, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 1998), r. 24.

7- Macid Hesen Elî, El-Mesder el-Sabiq, r. 150; Erfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r. 44.