Di heyama navbera kongreya sêyem û çarem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de ku sê salan kişand, çend guhertinên mezin li ser qada siyasî ya Îraqê û barûdoxê navxweyî yê partiyê hatin ku bandora wan a rasterast li ser rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê diyar bû.
Di dîroka 8ê sibata 1963ê de di encama derbeya serbazî de, besiyan desthilat girtin destê xwe, Şoreşa Eylûlê ku nêzîkî du salan bû dest pê kiribû, piştî vê derbeyê kete qonaxeke nû. Sereta hewl da bi rêya danûstandinan di navbera hikûmet û serkirdatiya şoreşê de, bi mebesta agirbest û çareserkirina kêşeyan rêkeftin bê kirin, (wê demê endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê beşeke berçav a hêza şoreşê pêk dianîn û çalakane ligel endam û Pêşmergeyên şoreşê di xebatê de bûn), lê piştî serneketina gotûbêjan, di meha hezîrana sala 1963ê de Partiya Bes zêde bi berfirehî êrîşên xwe bo ser hêza Pêşmergeyên şoreşê dest pê kirin. Tişta ku di vê qonaxê de zêdetir bandora wê li ser partî û şoreşê hebû, meyla beşek ji endamên mekteba siyasî ya partiyê bû bo Partiya Bes û rêkeftina wan ligel Îranê, encama wê jî paşê vegerandina wan bû ji şoreşê1.
Di dîroka 18ê çiriya paşîn a 1963ê de, Partiya Bes ji aliyê artêşê ve derbe lê hat kirin, Ebdulselam Arif desthilat girt destê xwe û danûstandinên ligel şoreşê dest pê kirin. Ew grûpa mekteba siyasî ku mebesta wan cudabûnê hebû, xwe nêzîkî serkirdatiya şoreşê kirin û bi hev re beşdarî di danûstandinên hikûmetê de kirin, serketina danûstandinan, rêkeftinnameya aştiyê ya 10ê sibata 1964ê jê ket2. Ev tirsan û baskbaskên partiyê wek tê dîtin bandoreke zêde li ser şoreşê û karê rêxistinî yê partiyê hebû û şopên wê di kongreya çarem a rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de bi temamî reng daye.
Pêkanîna KongreDi bin siya agirbest û rêkeftina 10ê sibata 1964ê de, bi mebesta rêkxistina nû ya barûdoxê navxweyî yê xwe û bihêztirkirina rêzên xwe û nirxandina guhertin û pêşhatan, Rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, sala 1964ê biryara lidarxistina kongreya xwe ya çarem da. Piştî amadekariyan, kongre di rojên 14 heta 18ê sibata 1946ê de li gundê Çoxmaxê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ku yek ji navçeyên azadkirî yên di bin desthilata şoreşê de bû, birêve çû3.
Kongre bi amadebûna sed endamên ji navçeyên azadkirî, bi dirûşma (Serkeftin ji bo şoreşa me û otonomî ji bo Kurdistanê di çarçoveya Îraqeke demokrat de) dest bi karên xwe kir, ya ku cihê bala bû endamên Yekîtiya Xwendekarên li Badînanê nehatibûn vexwendin bo kongreyê, tevî ku piraniya wan diketin navçeyên azadkirî û di rêzên hêza şoreşê de bûn4، ev jî wek hewleke koma Mekteba Siyasî dihat dîtin da ku bi perawêzxistina endamên Badînanê bi temamî dest bi ser vê rêxistinê de bigirin.
Çawa be jî, kongre di heyama çar rojên karên xwe de, serkirdayetiyeke nû ji bo rêxistinê hilbijart ku piraniya wan ji xelkê Silêmaniyê pêk hatibûn, Fuad Mela Mehmûd wek serok û Newşîrwan Mistefa wek sekreterê rêxistinê hatin hilbijartin û Mekteba Sekreteriyê jî bi vî awayî hatin destnîşankirin:
1- Umer Tofîq- Serperiştiyarê parêzgeha Silêmaniyê
2- Fuad Îbrahîm- Serperiştiyarê Bexda û derdora wê
3- Heval (Selah)- Serperiştiyarê parêzgeha Hewlêrê5.
Ji biryarên herî girîng ên kongreyê jî ev bûn:
Avakirina eniyekê ji Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê. Qedexekirina çalakiyên her rêxistineke girseyî ji bo xwendekaran ji bilî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê. Teqezkirin li ser piştevanîkirina şoreşê6.
Wê serkirdatiya ku di wê Kongreyê de hatibû hilbijartin, nekarî karên xwe bi başî bi rê ve bibe, lewma piştî derbasbûna tenê şeş mehan rêxistinê biryara lidarxistina konferansa xwe ya duyem da7
Çavkanî û jêrenot
1- desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê Kongre konferans (bername û perew)wî nexweş), birgê yekem, çapa yekem, (hewlêr- çapxaneya rojhilat, 2004).welat- 2021), r. 174.
2- heman çavkanî, r. 178.
3- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan çend aliyên têkoşîn û dîrok, (Hewlêr- çapxaneya Wezareta Perwerde- 1998), r. 23; Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan, çapa yekem, (Hewlêr-çapxaneya Rojhilat-2012), r. 37; Macid Hesen Elî, El-Hereket el-Tullabiyye el-Kurdiyye fî el-Îraq (1926-1970), resala macîster/camîet el-Selahdîn fî Erbîl 2008, minşûrat Spîrêz, (Hewlêr- metbeet Hacî Haşim), r. 147; Ebdulkerîm Fendî, Îtîhad Tellebet Kurdistan fesîl sûrî munezzem we zehîr qewî lîl-sewret el-Kurdiyye, mecelet Gulan el-Erebî, Mîkî Gulan el-Îlamiyye, el-eded 22, Erbîl, 25 Adar 1998m, r. 53.
4- Erfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r. 37.
5- heman çavkanî, r. r. 37-38.
6- Şazîn Hêriş, Rêkxraweyên demokratîk û pîşeyî di çendîn belgeyên dîrokîda 1958 - 1968, çapa duyem, (Silêmanî - çapxaneya Raz - 2001z), r. r. 56 - 57; Erfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r. 39.
7- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r. r. 23-24.





