Ev kongre, di dîroka 12-14ê adara 2007an de, li bajarê Hewlêrê, bi dirûşma (Pêşxistina şiyanên afretan ji bo avakirina civakeke wekhev), bi amadebûna 175 nûneran dest bi karên xwe kir1.
Ji aliyê nûnerên kongreyê ve, desteyeke nû ji bo Lijneya Rêveber bi vî awayê jêrîn hate hilbijartin:1- Doktor Kurdistan Ebdulrehman, naskirî bi Kurdistan Mukriyanî
2- Sebihe Ehmed Mistefa
3- Sena Ye'qûb
4- Mehabad Mihemed Emîn
5- Mamosta Nazdar Es'ed Mihemedemîn
6- Newroz Îzedîn
7- Mîdya Hesen Huseyn
8- Jûle Hacî Umer
9- Kosar Kerîm.
Sê berbijêr jî bi dengên nûneran wekî yedek hatin hilbijartin:1- Cwan Kemal
2- Viyan Mayî
3- Roze Ebdullah2.
Di civîna dîroka 18ê adara 2007an de, Lijneya Rêveber Doktor Kurdistan Mukriyanî wekî sekretera nû ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê hilbijart3. Herwiha zaravayên taybet bi peykera rêxistinên Yekîtiya Afretên Kurdistanê guhertin bi ser de hat û liq bû Encûmena Parêzgehê, navçe bû Encûmena Qezayê, lijneya rêxistinî jî bû Encûmena Nahiyeyê û şeş encûmen li parêzgehên Hewlêr, Kerkûk, Dihok, Silêmanî, Mûsil û Bexdayê, hatin damezrandin4.
Çavkanî û perawîz1- Bi amadebûna Fazil Mîranî Kongreya şeşem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê dest pê kir, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2436, Hewlêr, sêşem, 13ê adara 2007an, r. 1, 13; Jûle Hacî, Kongreya şeşem a (Y.A.K) kongreya pêşxistina şiyanên afretan e, Kovara Wê, organa Yekîtiya Afretên Kurdistanê, hejmar 1, Hewlêr, Dezgeha Aras, kanûna yekem 2007an, r. 4.
2- Jûle Hacî, çavkaniya pêşîn, r. 5-6.
3- Hilbijartina sekretera nû ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2442, Hewlêr, duşem, 19ê adara 2007an, r. 4.
4- Jûle Hacî, çavkaniya pêşîn, r. 6.





