Yek ji planên rejîma Beis ji bo lawazkirina şoreşa Kurd, çekdarkirina gelek ji ciwanên Kurd û rêxistinkirina wan di çarçoveya fewcên xefîfe (sivik) de bû, bi wê sedemê hejmareke zêde bûn çekdarên kirêgirtî û bi dijî şoreşê didan şerkirin, rojeke sala 1987ê hêzeke Pêşmerge ya ser bi Rêxistina 16ê Tebaxê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi mebesta encamdana çalakiyeke partîzanî li navçeya Batîfa gerêke kirin, di wê derketinê de binkeyeke çekdarên kirêgirtî (caş) destnîşan kirin ku êrîş bikin ser û dest deynin ser, heta bi wê sedemê derbekê li hêzên serbazî û çekdarên rejîma Beis bidin, sereta Pêşmergeyan karîn saet 9ê şevê xwe bigihînin derdora rebayê, nêzî 50 metreyan xwe nêzîkî wê kirin û ji bo demekê çavdêriya tevgera çekdaran kirin, ji wan re derket ku 19 çekdar di rebayê de di erkê de ne.

 Pêşmergeyan li xala çavdêriya binkeya çekdaran bicîh bûn û li benda fermana êrîşkirinê bûn, lê pêwîstiya wan bi hêza zêdetir hebû lewra ji cihê xwe dûr ketin, di wê demê de hêzeke din a Pêşmerge li gundê Herurê bû û doşkeya wan pê bû, nûçe dan wan ku beşdarî çalakiyê bibin li cihêkî li gundê Dêşê doşke bicîh bikin ji bo parastina Pêşmergeyan wek hêza piştevaniyê eger firokeya şer a hikûmetê êrîş kirin ser, bi çekê doşke bersiva wan bidin heta Pêşmerge bi selametî derkevin di dema vegerê de, beşek jî beşdarî şerî bibin di êrîşkirina ser rebayê de ji bo ku hêza êrîşker hejmara wan zêdetir be û bi hêsanî li ser rebayê zal bibin.

 Saet 11:30ê şevê her du hêz gihîştin hev û ji bo demekê bêhna xwe dan heta saet 1:30ê nîvê şevê, paşê dest bi amadekirinê kirin û ber bi rebayê ve bi rê ketin, saet 2:45ê gihîştin ber rebayê dîtin tenê du keşîkvan li rojava û rojhilata rebayê pasewaniyê dikin, piştî ku fermana destpêkirina êrîşê ji wan re hat di yekem gulebarana de keşîkvanên rebayê ti bergirî nekirin, yê rojhilat guleyek lê ket û destê wî birîndar bû, yê din ku di beşa rojava ya rebayê de bû reviya, paşê hemû çekdarên rebayê beşek ji wan reviyan û 10 çekdarên wan jî dîl hatin girtin û dest danîn ser rebayê.

 Di wê çalakiya Pêşmergeyan de destkeftiyên şoreşê pêk hatibûn ji dest danîn ser 8 çekên kalaşnîkov û yek arpîcî û yek reşasha tentrîyof û yek dûrbîn û hejmareke zêde kelûpelên din, piştî bidawîbûna çalakiyê hêza Pêşmerge cihê xwe hêlan bi destkeftî û çekdarên dîl ve ber bi binkeyên xwe vegeriyan, saet 6ê sibehê broskeyek ji bo Mihemed Salih berpirsiyarê lijneya navçeya Amêdiyê kirin, nûçeya encamdana çalakiyeke serkeftî ji wan re ragihandin ku 10 çekdarên wan jî dîl girtine, navbirî jî dilxweşiya xwe derbirî û gelek sipasiya wan kir û pîrozbahî li serkeftinê kir, paşê diyariya serkeftinê pêşkêşî wan kir. 

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.  

2- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên şoreşa Gulanê di navbera salên (1976-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.