Ji 23ê hezîrana 1983an heta 1ê kanûna duyem a 1984an hêza Pêşmerge ya Kurdistanê zêdetir ji 200 çalakiyên curbicur li navçeyên cuda yên Kurdistanê li dijî binkeyên serbazî û dezgehên rejîma Beis encam dan, di encamê de ziyanên mezin gihandin wan hêzan, yek ji wan çalakiyan ew bû ku di hezîrana 1983an de lijneya navçeya Dihokê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi rêxistina Şehîd Segvan re ragihand ku bi hev re çalakiyekê encam bidin, ligel rêxistineke ser bi lijneya navçeya Şêxan ku Mîrzo Êzîdî serperiştiya wê dikir, di wê demê de li gundên devera Şêxan di gerê de bûn ji bo encamdana çalakiyên Pêşmergane, hêza Pêşmerge ya rêxistina Şehîd Segvan bi fermandeyiya Hîkmet Mihemed Gulî ji bo cîbicîkirina fermana serû bi rê ketin bo navçeya Şêxan, daku ligel hêza Mîrzo Êzîdî hevdu bibînin û nexşeyê bikêşin ji bo lêdana binkeyên serbazî yên rejîma Beis.

Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di wê demê de di çarçoveya rêxistina partî de hatibû rêkxistin wek lijneya navçe û rêxistin. Herdu hêz li nêzî şikefta (Samtî) gihîştin hev, piştî rûniştin û gotûbêjkirina plan û bernameya encamdana çalakiyê, berpirsê hêza lijneya Şêxan amaje bi wê kir ku niyaza lêdana hejmarek rebayan heye ku pêşî bi rebaya piştî gundê Masikê dest pê bikin, piştî komkirina zanyariyan û çêkirina peywendiya nihênî ligel serbazekî rebayê daku karibin çalakiyên xwe bi ser bixin, serbaz rê nîşanî wan da ku pêwîst e şev saet 11:30 xulekan xwe bigihînin nav rebayê û alîkariya wan dike çimkî di wê demê de dora nobedariya wî bû, pêşî desteyek Pêşmerge hatin amadekirin ku wek pêşengên hêzê hatin şandin daku di dema diyarkirî de bigihîjin cihê mebest ku nav siyaca rebayê bû.

 Wek çawa nexşe û plan jê re hatibû kişandin, ew cihê ku serbazî jê re diyar kiribû di rebayê de Pêşmergan karîn ji wir xwe bixizînin nav rebayê, ku du nobedarên wê hebûn yek ji wan bi nihênî alîkarê Pêşmerge bû, lê yê din ji wê plana nihênî bêhay bû, serbazên rebayê jî di du jûran de razabûn, Pêşmergên her rêxistinekê her yek ji wan ji bo jûrekê hatin raspardin ku ji nişkê ve êrîş bikin û wan xafil bikin, ji bo ku kar bi serkeftî birêve biçe, du ji Pêşmergan êrîş birin ser nobedarê duyem û êrîşî wî kirin, lê di dema êrîşkirinê de nobedarê dest bi qîrîn û hawarê kir û tevahiya serbazên rebayê hişyar kirin, di wê şer û pevçûnê de bû şerekî dest bi dest, Pêşmerge û serbazan di nav rebayê de destên xwe di yexeya hev girtin, şerekî germ û aloz ji bo demekê birêve çû, bi çekên sivik û narincokan ketin canê hev, di encamê de şer di berjewendiya Pêşmerge de şikest û dest bi ser rebayê de girtin, bi wê pîvanê ku ew serbazên ku dîl hatin girtin, yên din derfet qoztekirin û ji rebayê derketin û revîn, piştî ku Pêşmerge serkeftin bi dest xistin ziyanên mezin gihandin rebayê û dest bi ser çekên serbazên rebayê de girtin, paşê ku karê wan qediya biryar dan ku cihê xwe bicîh bihêlin.

  Di wê çalakiyê de destkeftiyên Pêşmerge pêk hatin ji destbiserdagirtina 11 çekên kalaşnîkov û hawaneke 60 mîlîmetrî û dîlgirtina du serbazan, ziyana hêza Pêşmerge jî şehîdbûna Pêşmergeyek bû. Piştî ku hikûmet ji wê êrîşa Pêşmerge agahdar bû, hêzeke mezin ji Dihokê ber bi cihê rebayê şand û rûbirûyê hêza Pêşmerge bûn, şerekî mezin di navbera wan de çêbû, lê hêza Pêşmerge karîn bergiriyê bikin û derkevin, termê Pêşmergeyê şehîd jî ligel xwe bibin û bigihînin navçeyên azadkirî yên bin desthilata şoreşê û bi xakê bispêrin. 

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

  2. Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.

  3. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de, Hecî Bîroxî, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.