Hikûmeta Be's her tim Kurd ji beşdariya rastîn di rêvebirina welat de qedexe dikirin, heta ku ew bi temamî ji welatîbûnê li ser bingeha wekhevî û qanûnê bêpar hiştin, lewra pêkanîna vê siyaseta li dijî Kurdan zemîneke protestoyê di dilê gelê Kurdistanê de çêkir bi awayekî ku hestê neteweyî hejand ji bo rûbirûbûna saziyên leşkerî û ewlehî û çekdarî, ji ber ku zordariya wan saziyan gel teşwîq kir ku heta radeyekê dengên xwe yên protestoyî bilind bikin û xwepêşandanên girseyî organîze bikin û bi tundtirîn rêyan li hember dezgehên ewlehiyê yên hikûmetê bisekinin. Ji aliyekî din ve tevgera neteweyî ya serkirdayetiya şoreşê, di nirxandina xwe ya rewşê de gihîşt wê encamê ku hikûmeta Be's qet zimanê diyalog û çareseriyên aştiyane fêm nekir, heta ku ne amade bû guh bide jî, lewra serkirdayetiya şoreşê gihîşt wê encamê ku divê xwe ji bo vî cureyê têkoşînê amade bike ku serkirdeyên Be's jê fêm dikin ku ew jî têkoşîna şerê gerîlayî yê çekdarî ye.
Di warê têkoşîn û xebata xwe de û di dema rûbirûbûna saziyên Be'sî de, serkirdayetiya şoreşê her tim hewl dida qada herêmên azadkirî berfirehtir bike û çalakiyên Pêşmerge di kûrahiya desthilata hikûmetê de xurt bike, lewra biryar da ku hêzeke Pêşmerge bişîne çend cihên stratejîk da ku bikaribe derbeyeke xurt li bingeh û kargehên artêş û çekdarên kirêgirtî bide.
Û vê yekê nîşan da ku Hêzên Pêşmerge dikarin di her dem û cihî de derbeyên giran li dijmin bidin, di 10ê Kanûna 1982an de, Pêşmerge bi kûrahiya 70 km li Siyanî Gare êrîşî cih û baregehên hêzên Muxawîr û çekdarên kirêgirtî (cêhş) kirin. Piştî şerekî dijwar ku sê roj û şevan berdewam kir, ziyanên giran gihandin hêzên hikûmetê, vê şerê dengvedanek mezin li ser asta herêmê hebû.
Çavkanî:
-
Mes'ûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî çwarem, 1975-1990 Şorşî Gulan, beşî dûwem, çapî yekem, çapxaney Roksana, 2021.
-
Cemal Fethûlle Teyb, Bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd le başûrî Kurdistan 1976-1980, çapî yekem, çapxaney Şehab, Hewlêr-2012.
-
Nûrî Heme Elî, Mêjûy tîkoşanî Pêşmergeyek le nêwan jiyan û mergda, çapxaney Şehab, çapî dûwem, Hewlêr – 2016.


