Şehîd Mecîd Ehmed Hesen Umer, nasnavê wî (Mecîd Karwançî) ye, sala 1937an li gundê Kanîequrî yê qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê keçekê bûye.

Sala 1963an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li cem Mela Teha Şêx Wesanî bûye Pêşmerge. Di navbera salên 1963-1965an de di şerên Çiyayê Korik û Darehîşk û Bêxalê de beşdarî kiriye, di du çalakiyên nava bajarê Rewandizê de beşdarî kiriye, di şerên Dola Akoyanê de jî beşdarî şer kiriye.

Sala 1963an li Herîrê beşdarî şerê dijî Artêşa Îraqê kiriye, sala 1965an bûye Serleq û cîgirê Fermandeyê Mihemed Ziyad Feqiyanî.
Sala 1965an di êrîşeke mezin a Artêşa Îraqê de, bo ser zincîreçiyayê Korikê Şehîd bûye. Termê wî li goristana gundê Feqiyanî yê qezaya Rewandizê spartine axê.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.