Jînenîgarî

Sala 1924 li qezaya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Piştî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê, jiyana hevserî li gel xatûn Zulciye Osman Hemîd pêk aniye û xwediyê keçek û kurek bûne bi navên Remziye (1952) û Remzî (1957). Ji 12ê hezîrana 1963 heta 20ê kanûna pêşîna 1963 Zulciye Osman li gel sê zarokên xwe li Hewlêrê ji aliyê rejîma Be's ve hatine desteserkirin bi tohmeta ku hevserê wê hevalbendê Mistefa Barzanî bûye û Pêşmerge bûye, hatine xistin girtîgehê û piştre li taxa Îskan û dûre li taxa Seydawa niştecî bûye û di bin çavdêriyê de bûye. Mela Silêman sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû kiriye Şahnişîna Îranê û sala 1977 vegeriyaye Kurdistanê, di 11ê çiriya pêşîna 2005an de koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de hevalbendiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîk "Taşkent"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1962 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye û piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê bi awareyî çûye Îranê.  

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plankirinê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.

  3. Hemîd Gerdî, Puxteya mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  4. Rêkarê Mizûrî, Jinen ros û raguhastin û Enfal û komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).

  5. Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  6. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).

  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana parêzgeha Dihokê - 2013z).

  8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  9. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lîn-neşr - 1979m).

  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z)

  11. Îsmaîl Gunderrojî, Ew afreta rûsanê ku hevserên wan Pêşmerge bûn û ketine ber reşgîriyê, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, rojnameya Xebat, hejmar 3461, Hewlêr, 3 gulana 2010z.