Di pirtûka xwe ya "Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd" de Mesûd Barzanî diyar dike ku serkirdayetiya şoreşê ji demekê ve li ser lêdana tesîsên petrolê difikirî ji ber sedemên eşkere, di nav wan de: Çavkaniyên petrolê ji aliyê gelek aliyan ve dihatin bikaranîn lê Kurd jê bêpar mabûn, û dahatên vê petrolê ji bo kirîna çek û bombeyên wêranker û dûv re ceribandina wan li ser Kurdan dihatin bikaranîn. Şoreşa Kurdistanê her wiha pêwîstî bi çalakiyên nû hebû ji bo îsbatkirina hêza xwe li hember rejîma nû ya Îraqê ya ku ji Beasiyan pêk dihat, yên ku di derbeya 17-30ê Tîrmeha 1968an de cara duyemîn desthilat girtibûn destê xwe. Armanc ew bû ku tiştekî bi wate ji bo hikûmetê bikin û peyameke zelal bidin Beasiyan ku Kurd dikarin bigihîjin mezintirîn çavkaniya aborî ya hikûmetê.
Hêzên Pêşmerge zêdetirî carekê êrîşî xetên lûleyên petrolê kirin, lê xuya ye ku ne hikûmet û ne jî şîrketên petrolê aciz nekirin. Piştî ku serkirdayetiya şoreşê ji gihîştina têgihîştinekê li Îraqê derbarê diyalog û çareserkirina pirsgirêka Kurdî bêhêvî bû, biryar da ku çalakiyên bi vî rengî pêk bîne û dest bi amadekirin û cîbicîkirina plana êrîşê kir. Di êvara 1ê Adara 1969an de, hêzeke taybet a ser bi serkirdayetiya şoreşê ve êrîşî Şîrketa Petrolê ya Kerkûkê kir û zirarên mezin gihandê. Û wan dengê nerazîbûnên Kurdan li cîhanê belav kir.
Samî Ebdulrehman bi erkê serokatiya vê operasyonê hat erkdarkirin bi komek ji fermandeyên xwedî ezmûn ên ku alîkariya wî kirin wek: Faxir Mêrgesorî, Faris Bawa, Hemesûr Huseyn, Ezedîn Qere Mihemed, Erîf Derwêş û Qadir Cebarî. Piştî lêkolîneke hûr, nexşeyeke temam hat xêzkirin û bal hat kişandin ser (kargeha komkirinê). Li wir petrol ji hemû bîrên petrolê piştî derbaskirina stasyonên veqetandina gazê yên ku bi berdewamî dixebitin tê komkirin û dûv re diçe depoyan ku li wir petrol tê hinardekirin.
Samî Ebdulrehman di hevpeyvînekê de got: Wan sûd ji Kurdên ku di şîrketên petrolê de dixebitîn wergirt ji bo komkirina agahiyan. Piştî lêkolîneke hûr, wan dît ku petrol û gaza ku ji stasyonên veqetandinê hatine veqetandin, hemû diçin depoyeke bi navê (kargeha komkirinê) li bakurê bajarê Kerkûkê. Li wir hemû petrola ji 10-12 stasyonên sotemeniyê tê komkirin û tê kargeha navborî, dûv re tê şandin bo Kêwan, û ji wir bi rêya lûleyan tê veguhestin bo Sûriyê û Deryaya Navîn. Samî Ebdulrehman bawer dikir ku ev depoya hilanîna petrolê yek ji cihên herî girîng bû ji bo gihandina zirarên mezin bi şîrketa petrolê bi rêya wê.
Amadekariyên ji bo pêkanîna vê operasyonê du mehan dom kir, ku pisporên di warê van çalakiyan de çend caran serdana herêmê kirin ji bo dîtina cihekî guncaw ji bo bi serkeftî encamdana operasyonê. Plana cîbicîkirina operasyonê bi dizîtiyeke temam hat danîn û agahî ji bo dezgehên îstîxbarata hikûmetê derneketin. Piştî çend civînan bi beşdariya Îdrîs Barzanî, fermandeyê serbazî yê yekem ê şoreşê, komek ji ciwanên hêza Helkurdê di dewreke taybet de hatin danîn ji bo perwerdekirina li ser çekên ku ji bo vê operasyonê hatibûn terxankirin wek topên kalîbre 120 mm û 106 mm, û bi giranî pişta xwe bi topa 106 mm girêdan ji ber ku agirpêketî û şewitîner bû. Berî destpêkirina operasyonê, paqijkirina meydanî hat kirin, ku Samî Ebdulrehman û Faxir Mêrgesorî ji gundê Kelalê derketin û li Hewlêrê her yek ji Faris Bawa fermandeyê hêza Deşta Hewlêrê û Hemesûr fermandeyê tabûra Şiwan nêzîkî tesîsên petrolê tevlî wan bûn, û cihê sazkirina topan diyar kirin. Amadekariyên komkirina agahiyan di dawiya Îlona 1969an de bi dawî bû, û 15ê Sibatê qonaxa dawî ya perwerdeyê bû. Qadir Cebarî di hevpeyvînekê de got: Em di zivistaneke pir sar de ku berf bi giranî dibariya ji Çoman derketin, û me di veguhestina top û fîşekan ji Xanqa bo Wirtê de zehmetiyeke mezin kişand heta ku em gihîştin Zênê Estêrokan. Xwezî, xelkê Wirtê gelek alîkariya wan kirin ji ber ku zêdetirî 100 barên hespê yên tijî topavêj û zexîre bi rêyên çiyayî bo Deşta Hewlêrê hatin veguhestin.
Piştî bidawîbûna amadekariyên destpêkê, di 25ê Sibata 1969an de, ajansa parastina şoreşê çend nûçe derbarê niyeta Pêşmerge ya pêkanîna kampanyayeke fedayî ya berfireh li Deşta Hewlêrê belav kirin ji bo xapandina hikûmetê. Bi armanca kişandina bala hikûmetê bo Deşta Hewlêrê û veguhestina mezintirîn hejmara hêzan bo wê ji bo lawazkirina eniyên din, û encama vê kampanyaya propagandayê ya serbazî ya xapînok ew bû ku fujek ku çavkaniya gefeke mezin li ser hêzên Pêşmerge bû û astengiyeke tirsnak li pêşiya serkeftina operasyonê bû, ji Rêdar bo Deşta Hewlêrê hat veguhestin, tiştekî ku alîkariya Pêşmerge kir ku operasyonê bi hêsanî cîbicî bikin.
Di şeva 1-2ê Adara 1969an de hêzên Pêşmerge gihîştin cihên ku li ser nexşeyê hatibûn diyarkirin. Li gorî planê, kar bi awayekî baş dimeşiyan. Di saet nehê şevê de, topan dest bi lêdana tesîsên şîrketê kirin û nêzîkî du saetan dom kirin. Wan agir bi depoya komkirinê xistin û şewqeke mezin ezmanê herêmê girt. Di saet 11ê şevê ya heman şevê de, telgrafek ji Samî Ebdulrehman bo serkirdayetiyê gihîşt ku wan karê xwe bi serkeftî kirine. Û hêzên Pêşmerge di rewşa amadebûna temam de bûn di rewşa rûdana êrîşeke berevajî ya hikûmetê de, û nêzîkî 800 Pêşmerge di amadebûna temam de bûn ji bo parastina topan û rûbirûbûna êrîşa artêşê. Li ser eniyên Yêrewêl, Estap Layn, Barût Xane li pişt Rehîm Awa, Darman û rêya Teqteq û Altun Koprî.
Piştî nîv saetê ji şewitandina şîrketa petrolê, leşkeran êrîşek kirin ser Pêşmerge li her du eniyên Estap Layn û Rehîm Awa. Hêzeke 300 Pêşmerge bi çekên giran wek top û çekên otomatîk û fuzeyên Ar Pî Cî bersiva êrîşa leşkeran dan, û du caran êrîş kirin ji bo gihîştina topan lê têk çûn. Ji saet 10:00 heta 1:30ê şevê, hêzên Pêşmerge berdewam bûn li ser şerkirina êrîşa artêşê û zirarên mezin gihandinê. Dûv re hêzên Pêşmerge vekişiyan û balafiran berdewam kirin li ser topbarankirina navçeyên Şiwan û Cebarî û topbaran heta roja din dom kir. Hêjayî gotinê ye ku piştî cîbicîkirina vê operasyona mezin li bajarê Kerkûkê Pêşmerge bi selametî vegeriyan û peyama serkeftinê bo Barzanî fermandeyê şoreşê şandin ku wan pîroz kir û spasiya wan kir.
Piştî salekê kovara "Ehl el-Neft" (Xelkê Petrolê) ya ku ji aliyê şîrketa petrolê ve dihat derxistin, behsa çêkirina cihên zirar dîtî kir, û çêkirina wan yanzdeh meh dom kir ji ber ku zirarên giran dîtibûn. Hêjayî gotinê ye ku ev êrîşa li ser şîrketa petrolê li Babagurgur serkeftineke mezin a şoreşê bû, û her wiha peyameke vekirî bû bo hikûmeta Beas ku hêza şoreşê dikare di kûrahiya navçeyên Îraqê de pêşve biçe û li berjewendiyên wê bide. Di heman demê de, ev êrîş di medyayên navneteweyî de dengvedaneke mezin çêkir. Şerê Kurdistanê yê dirêj hikûmeta Îraqê xiste nava krîzeke aborî ya mezin û deynên wê zêde kirin, ji ber ku şerê rojane bi mîlyonan Dînar lêçûn û her wiha gelek kuştî hebûn. Hemû ev sedemên girîng bûn ji bo hikûmetê ku bikeve nava danûstandinan bi serkirdayetiya şoreşê re. Bersiva wê ya tenê ew bû ku tesîsên şîrketê bi tank û peyayan dorpêç bike ji bo parastina wan.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û بزوتنەوەى ڕزگاریخوازی کورد, بەرگی سێیەم, بەشی یەکەم, Şoreşa Îlonê 1961-1975, چاپخانەى وەزارەتى ڕۆشنبیرى, چ: یەکەم, هەولێر, 2004.
2- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd da, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.
3- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, rojanê di mêjûy şorşî Eylûl, çapa yekem, Hewlêr, 2007.
4- Arî Kerîm, çend lapereyekî zindû di şorşî Eylûl da, çapxaneya Xebat, Dihok, 1999.
5- Îbrahîm Celal, Başûrî Kurdistan û şorşî Eylûl binyadnan û heltekanidin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.
6- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şorşî Eylûl, çapxaneya Zankoy Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.


