Mensûr Şerîf Ebdullah di sala 1946an de li gundê Dergeseşxanî yê devera Biyara ya navçeya Hewramanê ji dayik bû, gundî bû û mijûlê baxçevaniyê bû.
Di sala 1964an de di platûna Mistefa Keçel a Hêza Xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bû Pêşmerge û li gundê Enabî yê nêzî bajarê Helebçeyê baregeh girt. Beşdarî Şerê Derbendîxanê, Şerê Çiyayê Zimnako û Şerê Çiyayê Zozikê bû.
Di sala 1974an de, di dema pevçûna rejîma Îraqê ya wê demê li Çiyayê Zozikê de, Mensûr Şerîf Ebdullah ji ber bombebarana topên Artêşa Îraqê li eniya Pêşmergeyan şehîd bû.
Çavkanî:Arşîva ensiklopediyaya PDKê





