Muhemedemîn Me'rûf Kamela, naskirî bi mamoste Muhemedemîn Me'rûf, sala 1940 tevlî rêzên Partiya Hîwaya Kurd bûye, sala 1950 bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Konferansa Koyê), sala 1951 ji aliyê nûnerên Kongreya Yekem ve wek endamê Komîteya Navendî ya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hatiye hilbijartin, sala 1953 li dijî xwe namzedkirina endamên Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Îraq ji bo Encumena Nûnerên Îraqê bûye, sala 1957 bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê (Yekgirtina sêyem), sala 1958 berpirsê lijneya navçeya Koyê ser bi lijneya lîqa du bûye, sala 1964 ji karê partayetî bi temamî dûr ketiye.

Jînenîgarî

Muhemedemîn Me'rûf Kamela, sala 1920 li bajarê Koyê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, pêşî li cem Melayê Reş li bajarokê Koyê dest bi xwendina ayînî kiriye, sala 1929 çûye ber xwendinê û li dibistana seretayî ya Koyê hatiye tomarkirin, sala 1936 qonaxa seretayî li Koyê temam kiriye, sala 1936 li bajarê Bexda di qonaxa çar salî ya Xaneya Mamosteyan a gund de hatiye wergirtin, sala 1940 Xaneya Mamosteyan a gund temam kiriye, paşê wek mamosteyê seretayî li dibistana seretayî ya Koyê hatiye damezrandin, sala 1941 mamosteyê pola yekem a seretayî ya Celal Talebanî (1933-2017) bûye, sala 1943 alîkariya madî pêşkêşî Yaneya Serkeftina Kurdan li bajarê Bexda kiriye, di dawiya sala 1943 gotara wî di kovara kurdîzimana Gelawêj a çapa Bexda de hatiye çapkirin, sala 1949 piştevan û alîkarê nehêştina nexwendewariyê li bajarokê Koyê bûye, di dîroka 15ê mijdara 1999an de li bajarokê Koyê ser bi parêzgeha Hewlêrê bi nexweşiya şekirê koça dawî kiriye û li goristana Kekon hatiye veşartin, di roja çarşemê 17ê mijdara 1999an de endazyar Elî Ebdullah Emîn (1926-2017) cîgirê serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê peyama sersaxiyê arasteyî malbata wî kiriye, şarezayê zimanên kurdî û erebî bûye.

Xebatname

 Sala 1940 tevlî rêzên Partiya Hîwaya Kurd bûye, sala 1945 tevlî rêzên Partiya Komunîst li Kurdistana Îraqê (Partiya Şoreş) bûye, sala 1946 ji nûnerên Kongreya Yekem a Partiya Dêmokrat a Kurd (Yekgirtina yekem) li bajarê Bexda bûye, sala 1947 li dibistana seretayî ya Zanist li bajarokê Koyê ser bi parêzgeha Hewlêrê mamoste bûye, bi nûneratiya Partiya Dêmokrat a Kurd serkirdatiya xwepêşandana 27ê kanûna duyem a 1948an a li dijî peymannameya Portsmouth a di navbera Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya û Keyaniya Îraqê de li bajarokê Koyê ser bi parêzgeha Hewlêrê li dijî rejîma Keyaniya Îraqê kiriye, sala 1950 bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê(Konferansa Koyê), sala 1951 ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya duyem) hatiye hilbijartin, sala 1951 berpirsê lijneya navçeya Koyê bûye, sala 1951 ji hewadaranê baskê parêzer Hemze Ebdullah Umer (1915-1998) di rêza Partiya Dêmokrat a Kurd de bûye, sala 1953 ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê Îraq (Kongreya sêyem) hatiye hilbijartin, sala 1953 ji aliyê desthilatdarên Keyaniya Îraqê ve bo Pirdê ser bi parêzgeha Kerkûkê hatibû dûrxistin, sala 1953 li dijî xwe namzedkirina endamên Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Îraq ji bo Encumena Nûnerên Îraqê bûye, sala 1957 bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê (Yekgirtina sêyem), sala 1958 berpirsê lijneya navçeya Koyê ser bi lijneya lîqa du bûye, sala 1964 ji karê partayetî bi temamî dûr ketiye.

Çavkanî:
  1. Kemal Me'rûf, Bîranînên mamoste Ebdulmecîd Nûredîn Celî Zade, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2012z), r. r. 24, 108.
  2. Mazba, Lawê Polonî, wergerandina Muhemed Emîn Me'rûf, Kovara Gelawêj, hejmar 11, sala 4, Bexda, Çapxaneya Me'arif, mijdar 1943z, r. r. 66-71.
  3. Ehmed Bawer, Komele Yaneya Serkeftin, (Kurdistan - Şaredariya Kelar - Çapxaneya Ofsetî Tîşk - 2004z), r. 135.
  4. Mam Celal, Sala kongreya xwendekaran, beşa pêncem, Kovara Xak, hejmar 14, sala duyem, Silêmanî, Çapxaneya Ofsetî Delêr, 10 tebax 1998z, r. 7.
  5. Mehdî Muhemed Qadir, Pêşhatên siyasî yên Kurdistana Îraqê 1945-1958, (Silêmanî - Sentera Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê - 2005z), r. r. 122, 128-129, 132, 135.
  6. Cemal Baban, Silêmanî bajarê min ê geş, berga sêyem, çapa duyem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Aras - 2012z), r. r. 332-333.
  7. Mam Celal, Birahîm Ehmed serkirdeyekî bîlîmet û jîrê serdemekî nû yê kurdayetiyê, Kovara Xak, hejmar 58, sala pêncem, Silêmanî, Çapxaneya Ofsetî Delêr, 10 nîsan 2002z, r. 7.
  8. Hebîb Muhemed Kerîm, Ta'rîx el-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî - el-Îraq (fî mehetat re'îsîye) 1946-1993, (Duhok - Metbe'eya Xebat - 1998m), s. s. 42, 47, 50, 59.
  9. Sidîq Salih, Refîq Salih û Ebdullah Zengene, Jînenîgarî û pêrista Kovara Gelawêj, berga yazdehem, (Silêmanî - Benkeya Jîn - Çapxaneya Rojhilat - 2016z), r. r. 299-300.
  10. Ferhad Ewnî, 36 name û çend kesayetiyên dîwana min, (Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn - 2019z), r. r. 54-55, 59.
  11. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Xebat - 2013z), r. 108.
  12. Tahîr Ehmed Huwêzî, Dîroka Koyê, berga duyem beşa yekem, (Bexda - Çapxaneya (Nemîr) - 1984z), r. r. 204, 223.
  13. Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Îraq heta bestina kongreya sêyem, (bê cih - îlon 1968z), r. r. 86-90.
  14. Ebdulxaliq Ela'edîn, Koyê ... navdarên wê, (Hewlêr - Çapxaneya Menare - 2014z), r. r. 191-192.
  15. Ebdulkerîm Ebdullah Hewêzî, Bîranînên min li gel hevalê têkoşer Mam Celal, Kovara Kekon, hejmar 31, nîsan 2014z, r. 26.
  16. Kerîm Şarezayî, Mamostayê perwerdekar û têkoşerê neteweyî Mihemedemîn Me'rûf 1920 - 1999, rojnameya Xebat, zimanê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 988, Hewlêr, în, 11ê tebaxa 2000an, r. 11.
  17. Kerîm Şarezayî, Mihemedemîn Me'rûf, 1920 - 1999, Ensîklopediya Hewlêrê, berga dehem, (Libnan - Grîn Galorî - 2009), r. 4583 - 4584.
  18. Koye .. di rojên serhildana 1948an de, rojnameya Kurdistanî Nû, organa Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, hejmar 301, sala duyem, Hewlêr, çarşem, 27ê kanûna paşîn a 1993an, r. 6.
  19. Mecîd Asinger, "Di çileya mamosteyekî payebilind de", rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2998, Hewlêr, yekşem, 26ê kanûna pêşîn a 1999an, r. 3.
  20. Cîgirê serokê partiya me sersaxiyê dide malbata rehmetî mamosta Mihemedemîn Me'rûf, rojnameya Xebat, zimanê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 951, Hewlêr, în, 19ê çiriya paşîn a 1999an, r. 2.