Muhemmed Ehmed Ezîz Umer, sala 1947an li gundê Zarê yê ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî bûye, dezgîrdar bûye û dezgîra wî navê wê Xumêra Hemesalih bûye.

Sala 1966an bûye Pêşmerge di lîwaya çaran a batalyona şeşan a Bemoyê ya Hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1967an beşdarî di şerê Xoşk û şerê taqimên helgeriyayî, şerê devera Newrolî, şerê Helebceyê, şerê nahiyeya Sîrwanê de kiriye.  

Sala 1969an Muhemmed Ehmed Ezîz ligel du hevsengerên xwe bi navên Elî Mîrza Muhemmed û Salihê Mamo Husên, piştî ku ji çalakiyekê vedigerin li bajarê Helebceyê, gihîştine (Şexsî Gulanê ya Şêx Memûn) ku nêzîkî bajarê Helebceyê ye û xwestine bêhnvedanekê werbigirin û vegerin baregeha xwe, lê hêzeke xwefiroş zanyarî li ser wan wergirtine û derdora cihê wan dorpêç kirine, piştî rûbirûbûneke çend demjimêrî Muhemmed Ehmed Ezîz û her du hevsengerên wî Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.