Efser, aborînas û siyasetmedar Muhemmed Mûsa Sadiq, naskirî bi Muhemmed Feylî, sala 1950an li konferansa yekem a Bexda ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hatiye hilbijartin, sala 1953an di desteya damezrîner a Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê de bûye, heman salê di kongreya yekem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê desteya kargêrî hatiye hilbijartin, sala 1953an bûye yekemîn sekreterê Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê, piştî konferansa Mawet û perçebûnê dev ji partiyê berdaye, sala 2007an li Bexda koça dawî kiriye.
JînenîgarîMuhemmed Mûsa Sadiq sala 1927an li Bexda ji dayik bûye, ji malbateke kurdên feylî yên bazirgan e û bi xwe jî bi karê bazirganiyê ve mijûl bûye, sala 1953an bawernameya bakaloryosê ji Koleja Bazirganî û Aborî ya Zanîngeha Bexda wergirtiye, sala 2007an li bajarê Bexda koça dawî kiriye û li goristana Necefê hatiye veşartin. Şarezayê zimanên kurdî, erebî û îngilîzî bûye.
XebatnameMuhemmed Mûsa Sadiq sala 1947an bi rêya doktor Cefer Muhemmed Kerîm (1910-2000) peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrat a Kurd ve kiriye, sala 1950an li Konferansa yekem li bajarê Bexda ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hatiye hilbijartin û piştî doktor Cefer Feylî wek duyemîn kurdê feylî di serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurd de tê hejmartin.
Nûnerê Kongreya duyem 1951، sêyem 1953، çarem 1959 û pêncem 1960ê partiyê bûye, sala 1953an di desteya damezrîner a Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê de li bajarê Bexda bûye û bûye yekemîn sekreterê Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê û heman salê di kongreya yekem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê desteya kargêrî hatiye hilbijartin.
Sala 1959an beşdarî konferansa duyem a Bexda ya Partiya Dêmokrat a Yekbûyî ya Kurdistanê li bajarê Bexda bûye û dijî baskê Hemze Ebdulla dengê xwe daye ji bo dûrxistina wan heta kongreya çarem a partiyê, sala 1964an di perçebûna nava Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, dev ji çalakiyên partayetiyê berdaye.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û rêziknameya navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Roksana- 2021).
- Mehdî Muhemmed Qadir, Pêşhatên siyasî yên Kurdistanê Îraq 1945 - 1958, (Silêmanî - Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê - 2005z).
- Hebbîb Muhemmed Kerîm, Taarîx el-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî - el-Îraq (fî mehêttat reîsîye) 1946 - 1993, (Duhok - Metbe'eya Xebat - 1998m).
- Newzad Fûad Reşîd, Çepke gulêk le mêjûy Yekêtî Lawanî Dêmokratî Kurdistan, (Hewlêr - Çapxaneya Welat - 2014z).
- Mam Celal, limunasibet murûr 46 'aman 'ala te'sîs ittîhad teletet Kurdistan, Sehîfet el-Îttîhad, el-Sehîfet el-Merkezîye lîl-Îttîhad el-Wetenî el-Kurdîstanî, el-'eded 306, el-Sene el-Sabî'e, el-Silêmanîye, el-Cum'e, 19 Şibat 1999m.




