Jînenîgarî

Nebî Hesen Ebdulla naskirî bi Nebî Ser Asin, sala 1921 li gundê Xelan, nahiyeya Meznê - qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.

Xebatname

Di sala 1943an de û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan, peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945an û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), hevsanî cangorî û malbatên Barzaniyan awareyî Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946an de, hevsanî leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandeyiya jenerêl Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyên li dijî artêşa şahnişîna Îranê, bi navçeya Nazdardaẍa sêgoşeya sînorê Îran, Îraq û Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizûrî bi cih bûye.

Di rêkefta 6ê Gulan a sala 1947an de û piştî biryara dîrokî ya jenerêl Mistefa Barzanî di civîna Ergoşê de, bi xwe radest nekirina wan bi hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevsanî leşkerê şoreşgerê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdatiya jenerêl Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îranê û piştî serketina wan di şerê benavûdeng ê deşta Şût û derbaskirina wan ji pira Qizldaẍa Makoyê, serencam di rêkefta 18ê Hezîranê hevsanî cangoriyên Barzanî di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve ligel tevahiya cangoriyên Barzanî wek dîlên şer hatine veguhastin bo bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê. Piştî wê yekê ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina jenerêl Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, ligel tevahiya cangoriyên Barzanî hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezer li nêzî Bakûya paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên azerbaycaniyan ve xistine ber meşqa çir a serbazî û her li wir jî dersên fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî ji aliyê efserên Kurd ve dane wan.

Piştî têkçûna peywendiyên di navbera jenerêl Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxerabî û dudiliya Baqirov beramber Barzaniyan, ligel tevahiya cangoriyên Barzanî di rêkefta 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê hatine veguhastin bo komelgeha Çirçûk a Komara Ozbekistanê û li wir jî ji bo cara duyem bi şêweyekî demkî xistine ber meşqa serbazî.

Di meha Adara sala 1949an de piştî pilangeriyên Baqirov û Bêriyayê alîkarê Stalîn, cangoriyên Barzanî ji hev hatin cudakirin û bi şemendeferan kom kom bi ser gund û kêlgehên Kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de hatin belavkirin û ji bo peydakirina bژیوى jiyana xwe hevsanî dîlên almanî xistine ber suxre û karê zehmet ê rojane.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Mistefa Barzanî ve bo Koşka Kremlîn û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyeke Barzanî gihîşt destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser çêkirina lijneyekê hat dayîn bo lêkolînkirina barûdoxa Barzaniyan û serencam ji bo careke din û sala 1951ê tevahiya Barzaniyan li hev kom kirin û li bajarê Vrêvskî li ser deryaya Reş li başûrê Rûsyaya îro niştecî kirin.

Piştî 11 sal man li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an rejîma şahnişînî li Îraqê rûxiya û sîstema birêvebirina welat bo komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilata Îraqê girtin dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegera Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê vebû û di rêkefta 16ê Nîsana 1959an de ligel tevahiya cangoriyên Barzanî bi siwarê keştiya Gruziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Sala 1961ê û piştî têkçûna peywendiyên di navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û paşveçûna hikûmetê ji wan sozên ku bi Kurdan dabû, şoreşa neteweya Kurd hilgirsand û Nebî Hesen Ebdulla peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge ve kir û beşdarî şeran bû û di şerê Pira Hafiz de di 13ê Gulana 1962an de Şehîd bûye.

Çavkanî:

1-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 124, Tîrmeha 2008an, Seretaya blêseya Şoreşa Eylûla Mezin û çend bîranîn, beşa duyem bi amadekirina Welî Zubêr Hostanî, r29-30.

2-Govara Peyama Eylûl, hejmar 21, Tîrmeha 2011an, Dîdareka taybet dgel xebatkar û kulnederê şoreşên Barzan û Komara Mehabadê û Şoreşa Eylûla Mezin û Gulanê (Ehmed Mistefa Kaniyelncî), dîdar: Xoşavî Elî Bapîr, r31.

3-Govara Peyama Eylûl, hejmar 22, Çiriya Pêşîn a 2011an, Mihemedemîn Mîrxan Mêrgesorî şoreşgerekî şoreşên Barzan û dakokîkarekî Mehabadê û palewanekî rêçika ber bi Rûsyayê, serkirdayekî Şoreşa Mezin a Eylûlê, r3.

4-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), r 38.