Ne'man Heme Ehmed di sala 1970yî de li gundê Kanîskanê yê ser bi nahiyeya Xurmal a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, di sala 1978an de bo komelgeha zorê ya Şanêrê hatine veguhastin û wê demê xwendekarê qonaxa navendî bûye.
Sala 1983an peywendî bi rêkxistinên lijneya navçeya Derbendîxanê ya ser bi lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1984an çek hildaye û li hêza Surênê ya lijneya navçeya Derbendîxanê ya ser bi lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.
Beşdarî şerê gundê Rîşên, şerê Qeredax, şerê Ehmedawa, şerê Mile Qonere, şerê çiyayê Newê, çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûrê bûye.
Sala 1987an li Kilkeya Wolesmit a li çiyayê Newê, ligel hevsengerekî xwe bi navê Mihemed Hemenewêyî ketine kemîna hêzeke Yekîtiyê û gelek bi giranî birîndar bûne, sala 1988an li çiyayê Qeredax ligel çend hevsengerên xwe bandora çekên kîmyayî li ser wan bûye.
Sala 1988an bo çalakiyeke partîzanî vegeriyaye nêzîkî Seyîdsadiq û li komelgeha zorê ya Barîke ketiye kemîna serbazî ya emniya Erebet û hatiye girtin, ji dema girtina wî heta niha ti şopên wî nînin û bêserûşûn e, yek ji wan şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê




