Şehîd Qadir Heme Murad Ehmed, ku bi navê Qadir Cebarî tê naskirin, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bû, di dema têkoşîna xwe ya di nava refên Pêşmerge de carekê birîndar bûye, gelek menasib wergirtine ji fermandeyê qada heta cîgirê fermandeyê fuj, di sala 1988an de di encama teqîna mayînekê de ku nêzîkî yek ji rabiya (stargeh) leşkerên rejîma Be's li Hane yê Qol li devera Ehmed Awa hatibû çandin, Şehîd bûne.
Şehîd Qadir Heme Murad Ehmed, ku bi navê Qadir Cebarî tê naskirin, di sala 1968an de li gundê Dergaşêxanî yê ser bi nahiyeya Biyare ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundî bû û bi baxçevaniyê re mijûl dibû, qonaxa navendî temam kiriye.
Tevlî Hêzên Pêşmerge bû di fujê Şehîd Serdar Hacî Huseyn Derqêsrî yê ser bi hêzên Hewramanê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê, beşdarî gelek şeran bûye, ji wan şerê Ehmed Awa, şerê Hane yê Qol, şerê Qeredaxê. Piştî rûbirûbûnên tund bi artêşa rejîma Be's re di Sala 1987 nêzîkî rabiya Mele yê Qonere ya nêzîkî Ehmed Awa, Şehîd Qadir Heme Murad bi giranî birîndar bû, herwiha di wan rûbirûbûnan de du ji hevalên wî yên Pêşmerge (Serdar Hacî Huseyn Derqêsrî û Şêx Selam) Şehîd bûne.
Di sala 1986an de mansibê fermandeyê qada wergirt, û paşê bû cîgirê fermandeyê fujê hêzên Hewramanê, di sala 1988an de bi komek ji hevalên xwe re çû gundê Ehmed Awa, lê rastî teqîna mayînekê hatin ku nêzîkî yek ji rabiya leşkerên rejîma Be's li Hane yê Qol li devera Ehmed Awa hatibû çandin, li wir Qadir Heme Murad Şehîd bûne, û hevalên wî yên Pêşmerge termê wî birin axa Îranê û li devera Derbendê Dizlî veşartin.
Çavkanî:Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê


